Sîmon Kurdo
Kurd miletekî ecêb e, zik û berzikê wî têr be temam e, tiştek din nayê bîra wî. Tew partîyên ku li ser navê Kurdan didin lotik û zîtirkan mijarek bi serê xwe ne. Ê wan jî zik û berzikê partîyên wan têr be bes e, ne yekîtî tê bîra wan, ne jî berjewendîyên miletê Kurd û Kurdistanê. Yanî, di vî warî de em wek Durzîyên Suweydayê (ser sînorê Sûrîyê û Urdunê) ne bi xîret in.
Durzîyên ku hejmara wan milyonek heta du milyona ye, piştî ketine rejîma Esedê qûnreş rabûn ser tapana û doza federarasyonê dikin.
Durziyên ku li parêzgeha Suweydayê dijîn bi serê Netanyahû sûnd dixwin û dibêjin, „Projeya federalîzmê têkoşînek ji bo bidestxistina mafên hemû gelê Sûrîyê ye“. Ango, federasyonê jib o Durzîyan û ji bo Kurdan jî dixwazin.
Durziyên ku li parêzgeha Suweyda ya li ser sînorê Sûrîye û Urdunê dijîn, bi daxuyanîyek nivîskî bertek nîşanî Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) a bi pêşengiya Mihemed El Colanî (Ehmed El Şara) dan û daxwaza pêkanîna destûrek nû û projeya federalîzmê kirin.
Di daxuyaniya Durzîyan de tê gotin ku „Em gelê Suweydayê hevkarîya bi HTŞ û alîgirên wê re bi tundî red dikin, ji ber ku ev yek wê maf û destkeftîyên me lawaz bike. Yekane çareserî ji bo pêşeroja Sûrîyê û bidestxistina mafên gelê Suweydayê û hemû gelên Sûrîyê, çêkirina destûrek nû û bingehîn e ku edalet û wekhevîyê di navbera hemû kom û mezheban de misoger bike“ û wekî din.
Hûn dibînin ne?
Durzî bi vî halê xwe, bi vê rewşa xwe ya jihevdeketî federasyonê dixwazin.
Û Kurd?
Kurd jî bi hev ketine û dane dû xwarina tirşa partîyên xwe. Li şûna ku bibin yek û bi yekdengî li Şamê doza maf û hiqûqê miletê Kurd bikin, li şûna ku federasyonek yan statuyekê bi dest bixin, yekî daye dû qûna Qendîlê, yekî daye dû qûna Hewlêrê û serê hev dixwin.
Axir, xuyaye wê Kurd vê fersenda dîrokî jî ji destê xwe birevînin û sedsalekî din jî têkevin xewa mirinê. Berjewendîyên partîtîyê, bratîya Erebên qûnreş ji wan re bûye qible û ha ha dalêsin. Îcar wê kengî pê virikî bibin ez jî nizanim wesselam..
Telavîv
Miletên razayî yan dimirin yan jî wek kole şiyar dibin
Hûn bi vê qûşê nagihên Mûşê cîgerim!
Hemi NANÊ SÊLÊ ne, kes nabe NANÊ TENÛRÊ