Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist


Dinyayek derewîn e. Insan jî nesîbê xwe ji vê dinyaya derewîn stendiye û derewîn in. Tew siyasetmedar û rêvebirên dewleta derewîntir in, du qatan û sê qatan zêdetir derewan dikin. Tew go berjewendî tê de hebe, sed qatî jî derewan dikin. Ji bo berjewendîyên xwe rastîyan vedişêrin. Roja ku berjewendî xilas bû, îcar wek ku tiştek nebûbe, dest bi eşkerekirina rastîyan dikin.

Wey yawrûn wey!

Serokdewletê Rûsyayê, bejindirêjê 168,90 cantîm Vladîmîr Pûtîn, di bernameya xwe ya „Naveroka Salê“ de bersiva pirsên rojnamevanên xwemalî û biyanî da.

Pûtîn, di derbarê pirsa Kurdan de got: „Bi sê telaqên jinberdanê, hinek serokên Ewrûpayê ji min re gotine ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji Kurdan re soza damezrandina dewletê hatibû dan, lê ew hatin xapandin. Kurd li Iraq, Îran, Tirkîye û Sûrîyê dijîn. Hejmara wan 30-40 milyon e. Kurd şervanên mezin in û bê dewlet in“ filan û fîstan.

Piştre dîsa gotiye: Ez bi serê Lenîn û Stalîn bikim, bi dehan sal in pirsgirêka Tirkîyê bi PKK re heye. Hêvîdar im ku alozî dernekeve. Divê pirsa Kurd bi misogerkirina ewlehîya Tirkîyê û bi Hikûmeta Sûrîyê re bê çareserkirin“ filan û wekî din.

Axir, nizanim hinek serokên dewletên Ewrûpî jê re behsa hebûna Kurdan kiriye, nizanim Kurd hatine xapandin û hinek quzilqurtên din.

Kuro xwedêhişto, bekqitîyo, ma dewleta te jî ji bo berjewendîyên xwe Kurd nexapandin? Ma we Komara Kurd a Mahabadê nefirot parsekên Îranê? Yan tu nizanî? Jina te ji te berdayî be heke tu nizanî, wele tu ji min çêtir dizanî! Yanî Ewrûpîyan Kurd xapandine lê we nexapandiye he?

Ez serê we neêşînim, bi şeş telaqên mêrberdanê, Emperyalîstên Rojavayî çiqasî xiyanet li Kurdan kiribin, Sosyalîstan (Sosyal Emperyalîstan) jî bi qasî wan xiyanet li Kurdan kiriye û Kurd firotine. Bavitî û piştgirîya Saddam û Esed nimûneya herî piçûk e.

Werhasilî kelam, berjewendî ne emperyalîzmê nas dike, ne jî sosyalîzm û sosyalîstan. Herkes li ber a xwe ye û hevalê lingên şemitî tuneye. Divê em Kurd jî „siyas, hevaltî û dostanîya berjewendperestîyê “ hîn bibin û ji xwe re bikin çekek ji çekên sereke û hûn sax.

Izmîr

About The Author