Piştî Dîko (Trump) Senatorê Amerîkî John Kennedy jî lotikek li Romîyan xist û tir ji wan berda. Lotika Mîster Kennedy Romî gêj û sewsî kirin û derpîyêwan şil û pil kir.
Romîyên çeqilmast amadekarîyan dikin ku bi hinceta PKK Rojava dagîr bikin û di vê alozî û tevlihevîya Sûrîyê de HSD û Kurdan ji holê rakin. Lê xuyaye xewn û xeyalên wan beravêtî dibin û wê xwêsîya wan di qirika wan de bimîne.
Senatorê Amerîkî John Kennedy, çavên xwe girt û devê xwe ji Erdogan û Romîyan vekir, siyaseta wan a li dijî Kurdan rexne kir û got: “Binerin oxlim, Kurdan rehet bihêlin, welatîyên Sûriyê bihêlin. Erê Tirkîye endamê NATO û dostê me ye, lê qûna wî dixure li gor berjewendîyên NATOyê tev nagere. Heger hûn êrîşî Sûrîyê bikin û zirarê bidin Kurdan, ezê bang li Kongreya Amerîkayê bikim ku têkeve tevgerê û qûşê li we biqetîne. Ezê bihêlim kê aborîya we ya xerabe xerabtir bibe û hûn muhtacî gepek nanê tisî bibin haaaaa“ û derpîyê Romîyaan ji wan kir.
Piştî gotinên Kennedy, çapemenî û bêjerên televiziyonên Romê bi xwe de mîztin, bi xwe de rîtin û şirove li ser şiroveyê, nirxandin li ser nirxandinê kirin. Dest û lingên wan li hev herbilîn, wek mirîşka gêj li wan hat û evê yekê bandor li siyasetmedarên wan jî kir.
Dibêjin her bêdînek bêîmanek jê re lazim e. Romî ji lotik û zîtirkan pê ve ji tiştekî din fêhm nakin. Heta mîrkut li nav serê wan nekeve nayên ser hişê xwe û haş nabin.
Axir, erê lotika Kennedy lotikek demokratîk û dîplomatîk bû, lê ji lotika ker û bergîlê zêdetir Romî êşandin allahwekîl.
Bijî xalê me John Kennedy, bijî lotikên demokratîk û dîplomatîk wesselam..
Stenbol
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Neyartî ne çareserî ye kaka