Nûrî Çelîk
Dîroka rêberî û xisletên serokatîyê dîrokek dirêj e. Ji dema Sumeran bigirin û heta îro rêberî, serokatî û xisletên rêveberîyê di pêşketin û serkeftina milet û dewletan de rol û bandorek sereke lîztiye û dilîze. Kom, malbat, eşîr, partî û miletên heyî bi rêberî û serokên xwedîxislet (xisûsîyet)û şareza bi ser ketine û gihane armancên xwe.
Yek ji kêmasî û bêderfetîya Kurdan ev e ku nebûne xwedîyê rêber, serok û rêveberîyên xwedîxislet. Yên ku di nav civaka Kurd de xwedîyê xisletên rêberî û serokatîyê bûn yan hatine girtin, yan hatine kujtin, yan jî hatine koçberkirin da ku Kurd bê rêber û serok bimînin. Qadî Mihemed, Şêx Saîd, Seyid Riza, M.Barzanî, Ihsan Nûrî Paşa, Xalidê Cibrî û gelek rêberên xwedîxislet û netewperwer ji ber vê yekê ji holê hatin rakirin û kesên ku rêya wan dişopînin îro jî yan tên kujtin yan jî tên girtin û koçberkirin. Abdurehman Qasimlo, Sadik Şerefkendî û Şêx Mihemed Maşûq ê Xiznewî (Bavê Şêx Murşîdê Xiznewî) hinek ji wan in.
Xisletên rêberî û serokatîyê gelek in. Rêber di çêkirin û pêkanîna stratejîyan de rolek girîng dilîze. Li ser hevalên xwe û civaka xwe xwedî rêz û bandor e. Civakê dide dû xwe, wê li hev radigire, derman û çareserîyên ku di berjewendîya milet û welatê wî de ye datîne ber civakê. Rêber xwedî însîyatîf e, motivator e, çalakcan e, empatîyê dike, fedakar e û di encamê de ji bo armanc û doza milet û welatê xwe dikare canê xwe têxe holê û ji mirinê jî nereve.
Serokatî motorê motîvekirina partîyekê ye, makînîstê trêna miletekî ye, şefê orkestraya muzîkê ye, şivanê pez û birêvebirina civakekê ye. Heger motor xerabe be, li şûna motîvasyonê amotîvasyon dest pê dike, bêmoralî û şikestin dest pê dike. Heger makînîst şaşîtîyekê bike trên ji rê derdikeve, diqulipe. Heger şefê orkestrayê (maestro) orkestrayê baş bi rê ve nebe, wê muzîsyen notayan tev li hev bikin û ji rêbaza ahengê derkevin. Heger şivan berê pez bide newwalek kûr, wê pez ji lat û zinaran werbe û telef bibe. Û heger rêberî û serokatî civakê ji bo armancên şaş bi rêve bibe, wê alozî, anarşî, keşmekêşî, bêarmancî serî hilde. Wê civak ji armancên netewî dûr bikeve û berê xwe bide armancên xeyalî û îdolojîyên dûrî civaka xwe.
Ji ber vê, pêwistîya rêberî û serokatîya me Kurdan bi kesayetên bi xislet heye. Ji me re rêber û serokên xwedîxislet, wêrek û fedakarên ku karibin destên xwe têxin bin kevir pêwîst in. Di serî de jî rêber û serokên ku bi xisletên Kurdperwerî, bi xwestek û hest û helwestên netewî û bi hişmendîya Kurdistanî mişt û tije ne pêwîst in. Ev xislet û huner ji bo me Kurdan asasên rêberî û serokatîyê ne û gerek wilo be jî.
Bi taybet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê Kurd ji rêber û serokên xwedî xislet (ên ku me li gor anîn ser zimên), bêpar û mehrûm in. Rêber û serokên me rêberî û serokatîya Kurdan nakin, rêberî û serokatîya partîyên xwe dikin. Rêberî û serokatîya berjewendîyên Kurd û Kurdistanê nakin, rêberîya berjewendîyên ezezî û partîtîyê dikin. Rêberîya hevkarî, tifaq û yekîtîyê nakin, rêberîya parçebûn û parçekirina Kurdan dikin. Bela kes xwe virde wêde nebe, pirêza me li holê ye, zelal û li ber çav e.
Dîrok efû nake û li kesî nabore, li hêsrên çavên kesî jî nanere. Heger te erkên rêberî û serokatîyê bi cîh neanî yan nikarî bi cîh bînî, wê dîrok rêber û serokên ku xwedîyê xisletên serokatîyê ne derxîne pêşberî te. Wê civak himbêza xwe ji rêberên nû re veke, û mirin jî tê de, wê ew rêber ji bo selametî û pêşeroja miletê xwe destê xwe têxin bin kevir, wê xwe bidin ber vî barê giran. Barê Kurd û Kurdistanê. Û xuyaye îro Rojavayê Kurdistanê di vê pêvajoyê de ye.
Wek li Bakur û Başûr bûye, partîyên Rojava jî di bin wesayeta partîyên din de ne (Qendîl û Hewlêr). Partîyên ku di bin wesayet û îcazeta Qendîl û Hewlêrê de ne, wesayeta xwe li ser Kurdên Rojava disepînin û wan ji bo berjewendîyên xwe yên partîtîyê bi kar tînin. Di vê dema zîz û derfeta dîrokî de jî heman kiryarê dikin û her yek hewl dide ku berjewendîyên alîyekî li ser berjewendîyên alîyê din bisepîne. Nakokîyên heyî di vê pêvajoya dîrokî de jî kûrtir dikin û nahêlin Kurd bi yekdengî, bi yekdestî, bi yek hest û helwestê destê xwe li Şamê xurt bikin. ENKS doza derxistina PKK ji Rojava dike, ji Rojava re federasyonê dixwaze. PYD wek berdevkê PKK doza Sûrîyeyek yekgirtî dike û xwe ji statuyek cuda dûr dixe. Ev yek nerazîbûnê di nav Kurdên Rojava de çêdike. Ji ber vê, dilşewat, xîretkêş û zanyerekî olî wek Şêx Murşîdê Xiznewî hewl dide ku destê xwe têxe bin kevir û bibe dengê Kurdên Rojava.
Piştî 108 salan (Peymana Sykes Pîkot) derfetek dîrokî ji Kurdên Rojava re derhetiye holê. Heger ev fersend bi aqlêselîm û bi tifaqa Kurdan baş neyê bikaranîn, belkî carek din bê yan neyê. Ev tirs û xîretkêşî bûye sedem ku welatperwerê Kurd Şêx Murşîdê Xiznewî bide dû şopa bavê xwe gorbihuşt Şêx Mihemed Maşûqê Xiznewî, li miletê xwe xwedî derkeve û bibe berdevkê kul û meramên wan. Şêx Murşîdê Xiznewî, her tişt da ber çavên xwe û ji Ewrûpayê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Bi hawar û feryad, bi hewl û kefteleftek dilêş û xîretkêşî hewl dide ku PYD (hûn bêjin HSD) û ENKS li hev kom bike û bi temsîlîyetek Kurdî berê wan bide Şamê ser masa bazarê.
Şêx Mûrşîdê Xiznewî wek bavê xwe Şêx Mihemed Maşûqê Xiznewî, wek Şêx Saîd, Saîd Riza, wek Qazî Mihemed û gelekên din, stuyê xwe daye ber kêrê û bi wêrekî, bi cesaret û fedakarîyek mezin rastîya di dilê xwe de dibêje, hem wesayeta Qendîlê û hem jî ya Hewlêrê bi tundî rexne dike. Gotin û kiryarên wî bi serê xwe xisletek ji xisletên rêberî û serokatîyê ne. Şêx Murşîdê Xiznewî sedema koletî û bindestîya Kurdan ne di sosyalîzm û Îslamê de, lê di xwelîserîya wan de dibîne. Dibêje “xelkê di bin sîwana sosyalîzmê de ji xwe re dewlet ava kirin, xelkê di bin sîwana îslamê de ji xwe re dewlet ava kirin. Astengî ne di sosyalîzm yan îslamê de ye, di mejîyê Kurdan de ye”. Û dîsa dibêje “me PYD û ENKS kirine serok, me ew li ser serê xwe mezin kirine, ew bi me hene. Divê em rabin û ji wan re bêjin êdî bes e“ û gelek tiştên din. Bavê wî Şêx Mihemed Maşûqê Xiznewî jî digot “fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe“. Û xuyaye Şêx Murşîdê Xiznewî bi zanîna vê gotina bavê xwe barê fedakarîyê daye ser pişta xwe û wê bi fedakarî û hewla tifaqa Kurdên Rojava zora tirsê bibe.
Li vir bar dikeve ser milên Kurdên Rojava ku xwedî li şêxê xwe derkevin, li dora wî, li dora gotin û helwesta wî kom bibin û ji lîztik û berjewendîyên partîtîyê re bêjin êdî bes e. Rêberîya Şêx Murşîdê Xiznewî ji bo Kurdên Rojava derfetek mezin e û ji bo me Kurdên Bakur jî nimûneyek baş e. Zanyarên oldar û Kurdperwer di civakê de bêhtir xwedî bandor in û di doza Kurd û Kurdistanê de wê karibin zêdetir rola xwe bilîzin.
Ezê gotina dawî ji Hahamê Cihû (Îsraîlî) Shalomo Levi re bihêlim.
“Ez bi kûrahî destxweşîyê li hewlên zanayê Kurd yê olî dikim ku bi aqilmendî û dilsoziyek mezin ji bo yekîtî û yekrêzîya gelê Kurd dixebite. Ev hewldan hem ji bo civaka xwe û hem jî ji bo hemû neteweyên ku li çaralîyê cîhanê ji bo aştî û dadmendîyê têdikoşin wek ronahîya hêvîyê dibiriqe. Di dîrokê de, rêberên ku heqîqet, edalet û yekîtîyê diparêzin, li ser wîjdanê kolektîf ê mirovahîyê şopek baş hiştine. Bi vê minasebetê pîrozbahî û dilsozîyên xwe pêşkêşî vî pêşengê rêzdar ê netewa Kurd dikim. Xwedayê mezin van xebatên hêja bi serfirazî pîroz bike“.
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Lotikên xweş, pêşketinên baş