Zinar Qelemşûr
Kurdên xwelîser kedê didin, Tirk û Ereb dixwin. Kurdên xwelîser xwînê dirjînin, Tirk û Ereb li ser xwîna wan diçêrin. Kurdên xwelîser her berdêlê didin, Tirk û Ereb dibin serok, rêber, şivan û gavanên wan. Yanî, hefsarê me ketiye destê Tirk û Ereban û me Kurdan wek pez didin dû xwe. Ji serî de wilo bû, îro jî wilo ye. Yên ku Kurdan bi rêve dibin ne Kurd in, qeyûmên dewletê ne.
Hesab li cem we, yekî wek Devlet Bahçelî (ku jê bê wê xwîna Kurdan vexwe) radibe A. Ocalan dibe ber perê ezmanan û wî vexwendî meclîsa Romê dike. Yekî wek Bahçelî ji hevdîtina Ocalan û wekîlên Partîya DEMê re dibe qasid. Ev fîlmê sînemê ji salên 70î û heta îro dubare û sêbare tê lîztin. Û em Kurd jî dehbare û bistbarê pê tên xapandin. Derhêner yek e, tenê car caran lîztikvan tên guhertin. Lê senaryo heman senaryo ye, tenê rolên piçûk tê de tên guhertin.
Îro ew senaryo, ew fîlmê sînemê dîsa tê lîztin û Kurd jî bi çepik û lîlandinê vî fîlmî temaşe dikin û dendikên xwe diqirçînin.
Bi daxwaz û pêşniyaza Serokê Serokan (!)Devlet Bahçelî û bi qîm û riza Reîsê Romê, biryar hat dank u du wekîlên Partîya DEMê serdana Serokê Sererd û Binerd sayin Ocalan bikin û daxwazên serokê xwe Devlet Bahçelî pêk bînin.
Tiştê ecêb, wek ku Kurdekî biaqil di nava Partîya DEMê de nemabe, li ser navê Kurdan dîsa lîztikvan û qeyûmên Tirk û Ereb hilbijartin û berê wan dan Îmralîyê. Bi vê yekê carek din eşkere bû ku di nava DEMê de bi qasî serê derzîyê qedir û qîmet, giranî û gotin, erk û berpirsiyarîya Kurdan tuneye û hefsar di destê Tirk û Ereban de ye. Ji xwe dûrxistin û girtina welatperwerên wek Selahattîn Demîrtaş, Leyla Zana, Osman Baydemîr û Kurdêwek wan, bêhtir rê ji Tirk û Ereban re vekir û partîyên wek HDP û DEMê şeytanqûnî kirin. Yanî serî Tirk û Ereb û binî Kurd.
Werhasilî kelam, tê texmînkirin ku wê Serdana Sirrîyê Tirk û Pervîna Ereb, daxwazên Bahçelî û pêşniyazên Ocalan li ser Rojava be. PKK bahane ye, lê Rojava û pûçkirina statuya Rojava şahane ye. Wê ji Ocalan bê xwestin ku bang li PYD û YPG bike ku ji Sûrîyê cuda nebin, Sûrîyeyek yekgirtî biparêzin, artêşa xwe fesix bikin û têkevin bin desthilatdarî û hîmaya çeteyên HTŞ (Tirkîyê). Texmînên ku tên kirin ev in.
Axir, a bi xêr çi be wê ew bibe. Wek dibêjin, av diherike û coka xwe dibîne. Banga Ocalan wê çiqasî bandore li YPG û HSD bike em nizanin. Lê ku Amerîka û hevpeymanên wê biryara xwe dabin, wê tu fêda banga Bahçelî û Ocalan tunebe û hûn sax…
Stenbol
Nivîskarên bê pênûs, rizgarîxwazên bê çek
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê