Şêxê me vê carê Lotikxanekî axivî

Bavê Cengo

Gotina rast û rasterast xweş e. Gotinên şahîk û zîvronekî hem xwedîyê xwe, hem jî guhdarvanên xwe dixapînin. Kesên deqerû, ango kesên ku bê tirs û bê virde wêde gotinên xwe rasterast dibêjin, herçiqasî zêde neyên hezkirin jî, di nav civakê de zêdetir tên hezkirin.

Mêrê bi sed mêrî, xweşmêr û mêrxasê miletê Kurd Şêx Murşîdê Xiznewî, nasekine. Li Rojavayê Kurdistanê gund bi gund, bajar bi bajar digere û şîretên Kurdewarî li Kurdan dike. Ji alîyekî hewl dide partîyên Rojava bîne cem hev, ji alîyê din bê tirs û bi mêranî wan rexne dike û hestên Kurdayetîyê di mejîyê Kurdên Rojava de geş dike.

Her bijî Şêxê me!

Ji me Kurdan re kesên wek Şêx Murşîdê Xiznewî pêwist in. Alim, şareza, bîrewer, Kurd û Kurdistanî.

Axir…

Şêxê me vê ca rê lotikek „Lotikxanekî“ avêt û bi zimanê Lotikxanê axivî.

Şêxê me berê xwe da wan kes partî û dewletên ku dixwazin Kurdan bê çek û bê sîleh bikin û bi vî awayî Rojava jihevde bixin, lotikek qerase li wan xist û got: Oxlim, bavê we nikarîbû!

Yanî, bav û bavpîrên we nikarîbû Kurdan tune bikin, ma hûnê bikin kurên kerê!

Werhasilî kelam, ne tenê li Rojava, li her çar pênc parçeyên Kurdistanê kesayet û lehengên wek Şêx Murşîdê Xiznetî ji Kurdan re pêwist in. Birastî em Kurd ji van çep û repên sistomisto, pirtosekî, newêrek, teslîmkar û revokan aciz bûne. Van serok û rêvebirên me yên bizdonek dilê me jî xelandine, doza me jî beravêtî kirine. Roj roja Şêx Murşîdê Xiznewî û Kurdperwerên mîna wî ye û hûn sax.

Qamişlo

About The Author