Nûrî Çelîk
Mêzên xirek bûye, burxe û bizmarên wê sist û pîvana wê hev nagire. Ji eyar ketiye. Alîyek dadikeve, alîyek bilind dibe. Rast û misêwa nabe, her du kefên wê nayên ber hev, yek zora ya din dibe û çerxa gerdûnê serûbinê hev dike.
Mêzêna gerdûnê xirek bûye, ya dinyayê xirek bûye, ya xwezayê xirek bûye, û tew mêzêna insan û insanetîyê yekcar xirek bûye. Çand û ziman, hest û helwest, hizir û hişmendî, û ji hemûyan girîngtir jî exlaq xirek bûye. Exlaq maka taybetmendîyên insên e, asasê mêzêna insên e. Xirekî û têkçûna exlaq jihevketina taybetmendîyên insên e. Exlaq tunebe tiştek pîroz namîne. Kal û pîr, keç û xort, jin û mêr, heta bi zarokan jî para xwe ji xirektîya gerdûnê distînin û mêzêna hiş û laşê wan serûbinê hev dibe. Tenê beşek ji zindîyên dinyayê neketine ber vê çerxa malkambax, ew jî lawir û heywan in. Gelek caran heywan ji insên bi xîret û wîjdantir in. Bi kêmanî heta birçî nebin êrîşî kesî nakin, heq û hiqûqê hev naxwin, serdestî û zilmê li lawirên din nakin.
Em li ku binerin, em rastî xirektî û xirabûnê tên. Li seranserê dinyayê şer û peyçûn, kujtin û talan, xwîn û girî, dewlemendî û hejarî, dizî, gendelî, destdirêjî û bi dehan kiryarên dij mirovatî û dij exlaqî. Xirekbûna gerdûnê mêzêna mirovan, mêzêna xweza û ekolojîyê jî bi xwe re xirek kiriye. Li cîhê ku divê germ bûya berf lê dibare, li cîhê ku divê berf bibarîya tîrêjên rojê serê çûkan dişewitîne, li hinek deveran daristanan, li hinek deveran gund û bajaran dişewitîne. Li hinek deveran di kelekela germa havînê de berf û baran dibare, germîyan dibin zozan û zozan jî dibin germîyan. Ji asîman heta bi ser û binê dinyayê her tişt xirek bûye û dibe.
Gelo hûn dibê em Kurd ji vê xirekbûnê bêpar dimînin?
Na wele!
Em jî bûne parçeyek ji xirektîya mêzêna gerdûnê û para xwe jê distînin. Belkî ji herkesî zêdetir em Kurd ketine ber çerxa vê mêzêna xirek û xirabe.
Miletekî ku xwedîyê dîrokek hezaran sal e, erdnîgarîyek ku tovên insanetîyê lê hatiye çandin, zimanekî ku dayiktî ji zimanên cîhanê re kiriye, herêmek ku hemû pêxember ji himbêza xwe derxistiye, û welatekî ku çarenûsa Rojhilata Navîn pê ve girêdayî ye, îro di bin nîrên dagîrkerî û potînên biyanîyan de dinale, xwînê winda dike, ber bi tunebûnê ve diçe û di nav çerxa vê mêzêna xerabe de bê serûber bûye, rêya xwe winda kiriye û pêşîya xwe nabîne.
Ji piçûk û mezinên me bigirin, ji malbat û eşîrên me bigirin, ji şêx û axayên me bigirin, ji rêxistin û partîyên me bigirin, ji siyasetmedar û serokên me bigirin heta bi her ferdên civaka me, hemû di vê mêzêna xirek û xerabe de virde wêde dihejin û ji rê derdikevin. Mêzêna xerabe kesayetî û derûnîya wan, siyaset û armancên wan, hest û hişmendîya wan ji cîh leqandiye û hew zanin bê çi dikin û çi dixwazin. Mêzêna xirabe hestên me pûç kiriye, hişmendîya me çelqandiye, armanca me aloz kiriye, û pê ve girêdayî Kurdayetîya me beravêtî kiriye. Em gêj û sewsî bûne, diçin û tên wek mirîşka gêj li dora xwe dizîzikin.
Mêzêna me li Bakur ji hed û hesab derketiye, çiryaye û diryaye. Me dev ji xwe û armancên xwe, dev ji wateya hebûna xwe berdaye û em ketine pey siyaseta dewletê. Bê armancek netewî, bi armancên partîyîyê, bi siyasetek pasîf, bi dua û xwezîyên xeyalî û bê berdêl, em li bendê ne ku ji ezmanan gepek xweş bikeve û têkeve devê me. Em ketine wî halê ku Tirk û Ereb li ser navê me biryaran bidin û bi qedera me bilîzin. Li Rojava dîsa çerxa mêzêna me xirek bûye, xirek kirine. Fersenda ku sedsalan carekê hatiye ber lingên me ji bo berjewendîyên partîtîyê tê beravêtîkirin, ev mêzên jî tê xirek kirin. Hêvî û xwezîya me bi Amerîka û hevpeymanên wê maye. Çarenûsa me di nav herdu lêvên wan de ye. Her Kurd nikarin tu xwelîyê li serê xwe bikin û mêzêna xwe misêwa bikin, belkî bi xêra dê û bavê xwe heypeyman karibin ji bo berjewendîyên xwe kevirekî ji me re deynin ser hev. Li Başûr ji xwe 20-30 sal in mêzên ji alî Bexdayê ve tê eyar kirin. Geh li defê dixin, geh li zirnê. Rêvebirên Başûr jî di navbera lotikên Hewlêr û Bexdayê de mane, hew zanin bê wê govendê çep yan rast bigerînin. Ji berpirsiyarî û desthilatdarîya Herêma Kurdistanê zêdetir, wek mamûrên dezgehek Bexdayê tev digerin. Wek mamûrên ku çavên wan li hatina mûçeyên ji Bexdayê bin. Yanî, mêzêna wan jî xirek bûye, mêzêna xwe jî xirek kirine.
Yên ku mêzêna wan ji cîhê xwe ne leqiyaye, Kurdên Rojhilat in. Hêvîdarim peşkên nexweşîyên me li wan jî nekevin û mêzêna wan jî xirek nebe.
Werhasilî kelam, mêzêna xirek hiş û aqilê me, hest û hişmendîya me avêtiye hindurê teneka sergo. Mirîdîya partî û serokan, siyaseta bê armanc, em ji Kurd û Kurdistanîbûnê dûr xistine, em xistine kefeya mêzêna dijmin. Ji ber vê jî hest û hişmendîyek netewî-yekgirtî bi me re çênabe. Xirabkirin jî, avakirin jî, her tişt bi me ve girêdayî ye. Eyar û lihevragirtina mêzênê di destê me de ye. Ew jî Kurdbûn e, Kurdayetî ye, Kurdistanîbûn e, hest û hişmendîya netewî ye.
Hey min di şaşika te kiro
Xatirê Dîko heye bavoooo
Ka îcar wê hevallerên me çi bêjin