Pîrkemal
15-20 sal in rayedarên Hikûmeta Kurdistanê, bi taybet Barzanî, bi çûn û hatina Bexdayê re temenê xwe xelas kirin û heta îro tu pirsgirêkek xwe jî çareser nekirine. Mînaka herî piçûk mûçe û serêşandina mûçeyan e. Yanî, rayedarên me ne wek rayedarên Kurdistanê lê wek mamûrên Hikûmeta Bexdayê nêzîkî mijaran dibin, bi qurban û heyran hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê di Rojhilata Navîn de siyaseta bi qurban û heyran, bi siyaseta demokrasî û bratîyê kes bi ser neketiye û Kurd jî bi ser nakevin. Divê mirov hişk be, destê xwe li basê bide û mafê xwe bi darê zorê bistîne.
Di vê derbarê de lotikvanê me Arif Zêrevan ( digotin xwedêgiravî wektekî şêwirmendê Mesûd Barzanî û nêzîkî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû) mîrkutek li nav serê Serokwezîr Mesrûr Barzanî xist û li ser hesabê xwe yê X ê da lotikan.
Zêrevanê ku wextekî ji Mesûd Barzanî re gotibû (Muxtarê Taxa Jorîn), îro jî kurê wî Serokwezîr Mesrûr Barzanî wek karmend û burokratê Bexdayê destnîşan dike û şîretan lê dike. Di asasê xwe de şîretên zêrevan ne dûrî aqilan e, şîretên di cîhê xwe de ne. Belkî kêm jî gotiye û zêde negotiye.
Cîgerim Zêrevan dibêje ku di dema Serokwezîrtîya Mesrûr Barzanî de Hikûmeta Şîa ya Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê bihêztir bûye çimkî Barzanî nikarîbû bibe „serokekî siyasî û rêgir“, li şûna wê tercîh kir ku bibe karmend û burokratekî Bexdayê.
Axir, şîretên ku Zêrevanê min û we li Mesrûr Barzanî kiriye ev in:
1. Burokratî û karmendîya dewletê ji bîr bikin. Biceribînin ku bibin serokê siyasî! Rîsk bigirin û ji pevçûnan nerevin!
2. Serkirdeyê YNKê Bafil Talebanî, ku hûn gelek rexne lê dikin, ji bo yekrêzîya Kurdan ji we zêdetir amade ye. Lotikekê li serdestîya PDKê bidin û vê berpirsyarîyê ji Serok Mesûd Barzanî re nehêlin. Bafil Talabanî hembêz bike.
3. Serê xwe bi alerjîya Tirkîyê ya li hember YNK re neêşîne, têkilîya xwe bi YNK re xurt û saxlem bigire.
4. Heger Herêma Kurdistanê bi parçeyên din ên Kurdistanê re nebe xwedîyê têkilîyên xurt, li hember Bexdayê nikare bi hêz bibe. Bi partîyên meşrû û siyasî yên Bakur, Rojava û Rojhilat re alenî (eşkere) û bi berdewamî hevdîtinan bike.
5. Biçe Herêma Kurdistana Sûriyê, bi fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî re hevdîtinê bike û piştgirîya siyasî bide. Guh nede şik û endîşeyên Tirkîyê.
6. Îran li Lubnan û Sûrîyê hilweşîya. Wê li Iraqê jî hilweşe. Ji lawazbûna Îranê netirse. Çend mûşekan bavêje Hewlêrê jî bela bavêje.
7. Li Bexdayê piştgirîyê bide sunnî û komên ku li dijî Hikûmeta Bexdayê ne.
8. Peymanên ewlehîyê yên ku Iraqê bi Tirkîye û Îranê re çêkirine yan sererast bike, yan jî wan peymanan nas neke.
9. Di nav PDK de hewla xurtkirina koma xwe nede. Dema tu di nava PDK de xurt dibî, PDK bi xwe jî wek aktorê siyasî qels dibe. Xwe ji bîr bike. Li Kurdistanê, li PDK û li tifaqa bi YNK re bifikire.
10. Piştî kirina van tiştan hûnê bibînin bê di nava 6 mehan de Bexda çawa tê rêzê.
Birastî Zêrevanê me tam kam û daxwaza dilê me anîye zimên. Em jî wek Lotikxane bi salan e van gazind û şîretan li lotikvanên Hewlêrê dikin. Lê kes guhdar nake babam. Herkesî berê daye cîhekî, herkes bûye zilamê zilam û dewletekê û xizmeta berjewendîyên wan dikin. Bi vê karmendî û burokratîya Bexdayê hem xwe dêşînin, hem jî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê.
Ê de ya bi xêr…
Hêvîdarim gotinên Arif Zêrevan bibin guhar û têkevin guhê rayedarên Hewlêrê û hûn sax…
Mêrdîn
Pêşmerge jî wek Bahçelî nikare Kurdan biparêze. Hey yawrûm hey!
Mêzêna me xirek bûye
Hey min di şaşika te kiro