Serokê Tirkên nîjadperest û serokê Kurdên demokratîk û Tirkîyecî serşimamokê Devlet Bahçelî, di civîna partîya xwe de dîsa çend lotikên kesanedî avêtin û bû hamîyê (parêzerê) Kurdan.
Bahçelîyê ku çareserîya pirsa Kurd di Tirkbûn û Tirkkirina Kurdan de dibîne û ji bo pêvajoya Tirkkirina Kurdan dest bi û „lotikên demokratîk “ kiriye, dîsa verşîya û di bin perdeya xwedîlêderketina Kurdan de nêta dilê xwe eşkere kir.
Serokê Kurd û Tirk û Erebên çeqilmast Bahçelî, di civîna partîya xwe de ewqasî xwedî li Kurdan derket ku, ne Mesûd Barzanî heta niha lê xwedî derketiye, ne jî Ocalan û Xelo û Celo. Rewş û tirsa destkeftinên Rojava Kurd ewqasî li ber dilê Bahçelî şîrîn kiriye ku nayê gotin. Hew nemaye ku bêje û „ez jî Kurd im“ allahwekîl.
Ez çavê tirsê bixwim!
Tirsa ku wê Rojava jî wek Başûr bibe federasyon û di pêşerojê de Kurdistanek serbixwe ava bibe, av berdaye bin dûvê Bahçelî û Romîyan û ji ber vê jî bratîya Kurdan ji wan re bûye wek şîr û şekir. Lê helbet dîsa bi çîrokên axirzemanan, bi çîrokên bi Tirkkirina Kurdan, çîrokên bi yek al, yek milet, yek ziman û yek welatî.
Axir..
Dibêjin fêda ecel ji mirinê re tuneye. Ku ecel hat reva mirinê tuneye. Ev jî Romî ne. Ew qûna xwe biçirînin jî, porê serê xwe hilçinin jî, ewê di tirsa xwe re derkevin.
Serokê Giştî yê MHP û Serokê Pêvajoya Xeyalî Devlet Bahçelî, di civîna koma partîya xwe de axivî û da lotik û zîtirkan.
Bahçelî pesnê Ocalan û hewlên Partîya DEMê da, destê xwe di ser serê Kurdên xwelîser re bir û got: “ Binerin cîgerim, piştî hevdîtina duyemîn a şanda DEM û Îmraliyê, divê bê şert û merc bê ragihandin ku hebûna rêxistinî ya PKK bi dawî bûye“.
Yanî, divê PKK bê qeyd û şert, bê tiştek û belaş bê fesixkirin û ji holê rabe.
Hey yawrûm hey!
Kero nemir buhar tê, pîrê nemir gîha û pincar tê!
Kuro ma tiştekî belaş maye belqitîyo?
Axir..
Xalê we Bahçelî dîsa got: “Divê çarçoveyek Tirkiyeya bê terorîst bê avakirin
Dem dema miletê Tirk û Tirkiyê ye (tê gotin ku bi koka xwe jî Ermenîyê Sêwregê ye).
Divê bê ragihandin ku PKK bê şert û merc hebûna xwe rawestandiye. Ji lotikên PKK re êdî bes e (li vir helbet behsa Qendîlê nake, behsa Rojava û Rêveberîya Xweser dike). Divê PKK/YPG ji Sûrîyê derkeve û nasnameya wê ya rêxistinî ji holê bê rakirin ” filan û fîstan.
Wele ew biryara PKK û YPG ye cîgerim, ne karê me ye.
Bahçelî lotika herî xweş hişt talîyê û ji Kurdên xwelîser re got:
“ Bahwer bikin, xelkê Washîngtonê nikarin ji min zêdetir ji we hez bikin, pêşmergeyên Hewlêrê jî ji min zêdetir nikarin piştgirîya we bikin. Çarenûsa Kurd û Tirkan wek yek çarenûs hatiye nivîsandin. Dewleta Tirk a me hemûyan e û em hemû gelê Tirk in“.
Ha ji we re Pêvajoya Çareserîyê!
Dewleta Tirk a me hemûyan e û em hemû gelê Tirk in!?
Û gelek Kurdên me yên xwelîser û serkundir jî ji Bahçelî û pêvajoya wî bahwer dikin û didin dû qûna wî.
Bahwer bikin Devlet Bahçelî ji van Kurdên me yên çeqilmast û serkundir bi sed qatî gelekî samîmîtir û rastgotir e. Erê neyar e lê neyarekî rastgo û comerd e, wek gelek Kurdên me ne dost û namerd e wesselam..
Ê de ya bi xêr….
Stenbol
Arif Zêrevan mîrkutek li nav serê Barzanî xist
Mêzêna me xirek bûye
Hey min di şaşika te kiro