Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e

Mihemed Soran

Li Rojava rojev germ û dikele. Wek dibêjin herkes li ser mirîyê xwe digirî. Em jî li ser Kurdên xwe yên Rojava digirîn. Ji sibê heya êvarî em dua û lava ji partîyên Rojava dikin ku vê fersenda sedsalî ji destê xwe nerevînin, bi tifaq bin, berjewendîyên partîtîyê nedin pêş û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê di ser her tiştî re bigirin. Hewldanên Amerîka, Fransa û Almanyayê helbet me kêfxweş dike û ji bo tifaqa Kurdên Rojava hêvîyekê dide me. Lê dîsa jî xetera ku Kurd vê fersendê ji destê xwe birevînin heye, xetera ku hinek hêz û dewletên xêrnexwaz desttêwerdanan di nav Kurdên Rojava de bikin heye.

Axir..

Rayedarên Başûrê Kurdistanê, bi taybet PDK û Barzanî, her çiqasî di hewldanên xwe de dereng mabin jî, hewlên wan yên îro gavek erênî û pîroz e. Piştî Peymanên Duhok û Hewlêrê, PDK û Barzanî ji Rojava û partîyên wan, bi taybet jî ji PKK û PYD sar bûn, ji wan bêhêvî bûn û ketin pêvajoya bêdengî û bêpiştgirîyê. Çawa ku Kurdên Bakur bi tena serê xwe hiştin (ji ber têkilîyên xwe û Tirkîyê) û ew avêtin hembêza PKK, li Rojava jî heman siyaseta şaş meşandin (dîsa ji ber têkilîyên xwe û Tirkîyê). Yanî, siyasetek ne giştî û Kurdistanî lê siyasetek herêmî meşandin û hîna jî dimeşînin.

Axir, ev siyaseta wan e. Lê divê neyê jibîrkirin, heta ku PDK û Barzanî têkilîyên xwe bi Kurdên her çar parçeyî re xweş nekin, heta ku alenî û eşkere piştgirîya Kurdên parçeyên din nekin, heta ku li parçeyên din ji xwe re baregeh û mertalên Kurdî çênekin, wê mîrkutê Tirkan her li ser serê wan be. Tiştê ku PDK û Barzanîyan ji dewleta Tirk biparêze, birêxistinkirina Kurdên beşên din e, xurtkirina wan e, tifaq û yekdengîya wan e. PDK û Barzanî di vê mijarê de pir dereng man. Lê mirov ji nîvê rê jî vegere baş e. Çi têkilîyên bi YNK re be, çi yên bi PKK û hemû partîyên din re be, divê bi hest û hişmendîyek giştî û Kurdistanî nêzîkî doza Kurd û Kurdistanê bibin. Incex PDK û Barzanî bi vî rengî, bi vê hest û hişmendîyê dikare di nav Kurdan de xurt bibe û bibe serwer.

Serok Barzanî ji bo tifaq û lihevanîna ENKS û Rêveberîya Xweser nûnerê xwe yê taybet Ebdulhemîd Derbendî şand Rojava. Biryarek bi serê xwe ye yan bi bandora Amerîka û hêzên hevpeymane nizanim. Lê Serok Barzanî gavek erênî û pîroz avêt û ev hest û hişmendîya tifaq û yekrêzîyê cîhê şanazî û pesindanê ye.

Hêvîdarim PDK û Barzanî vê hest û hişmendîya xwe berdewam bikin, û ne tenê li Rojava, li Bakur û Rojhilat jî ji tifaq û yekrêzîya Kurdan re bibin sîwan û parêzer.

Silêmanî

About The Author