Sûrîye bûye wek beroşa şorba nîskê, dikele û dikele, hindik maye nîsk bifûre û dora xwe biherimîne. Herkes dixwaze nesîbê xwe ji vê şorbê bistîne û tasa xwe tije şorbe bike. Amerîka û hevpeymanên wê, Tirkîye û HTŞ, Îran û PKK, û helbet PYD û hsd (Rêveberîya Xweser). Ji xwe ji ber vê yekê agir ketiye bin qûna Romîyan û lotika Devlet Bahçelî jî ji ber vê tirsê ye. Yanî, tirsa ku Kurd li Rojava serbixwe bibin yan jî bi kêmanî bibin federasyon.
Axir..
Federasyon di nav partîyên Rojava de dihat nîqaşkirin. ENKS digot federasyon, PYD û Mazlûm Ebdî digot na babam, em naxwazin Sûrîye parçe bibe, em doza federasyon mederasyonê nakin. Lê gelek caran biryar ne di destê meriv de ye, şert û şirûtên herêmê, daxwaz û berjewendîyên dewletên mezin, dihêlin ku meriv kumê xwe deyne ber xwe û li gor plan û projeyên wan, li gor berjewendîyên wan biryaran bide û tev bigere.
Berpirsa Têkilîyên Derve ya Rêveberîya Xweser xaltîka me Îlham Ehmed li Parlamentoya Londonê axivî û piçekî dilê me rehet û xweş kir.
Îlham Ehmed li Parlamentoya Londonê axivî, hêvî û îlham da hemû Kurdan û got: „Em hêvîdar in ku di demek nêzîk de mizgînîyekê bidin Kurdan“.
Xaltîka me Ehmed, da zanîn ku dan û stendinên tifaqê di navbera ENKS û PYNK de berdewam dikin, di nava xwe de têkilîyên cidî hene, bi Kurdên parçeyên din re jî têkilî hene û ew bi hêvî ye di vê derbarê de mizgînîyek xêrê bidin Kurdan.
Lê lotika herî xweştir ev ku xaltîka me Ehmed got: “Bê rêveberîyek federal aştî nayê Sûrîyê. Ger wiha nebe, wê şerekî navxweyî li Sûriyê gur bibe. Ji ber vê yekê Sûrîyeyek federal wê ewlehî, aramî û aştîyê bi xwe re bîne“.
Aha ev lotik xweş bû. Lotika federal ango federalîzmê lotikek pîroz e.
Xaltîka me Ehmed bi vê lotika xwe tir ji Romî û çapemenîya Romê berda û agir bi şerwalê wan xist. Herçiqasî Devlet Bahçelî û reîsê xwe dixwest bi rêya Ocalan Kurdên Rojava ji daxwaza federalîzmê dûr bixin jî, xaltîka me Ehmed xwêsîya wan di qirika wan de hişt û ew gêjomêjo kirin.
De ya bi xêr…
Xwezî bi wan rojên ku em Federasyona Rojavayê Kurdistanê bibînin..
Îzmîr
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e
Pêşmerge jî wek Bahçelî nikare Kurdan biparêze. Hey yawrûm hey!