Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!

Piştî serdana Îmralî û Ocalan, seroka sererd û binerd û xanima germik û nermik pir birêz Perwîn Buldan dest bi daxuyanî û lotikên demokratîk kir û behsa hevdîtina xwe û Ocalan kir.

Perwîna me ji JIN TV re axivî. Bi rûyekî geş û bi dilekî xweş, bi lotikên ekolojîk û demokratîk dest bi axavtina xwe kir û got: “Çok sayin û pir mezin Ocalan ji me re got ku ev lotikên hevdîtinê wek pêvajoyekê nayên nirxandin. Divê çareserî bi qanûnê piştgirîyê bibîne” filan ü fîstan.
Yanî, divê çareserî li meclîsê û bi qanûnan be.

Ev rast e, ehlen we sehlen!

Heta mafê Kurdan bi qanûnan neyên misogerkirin, ji xwe tu gû ji hevdîtin û pêvajoyan dernakeve.

Lê mijara me ne ev e.

Mijara me lotika herî dawî ya xaltîka me Buldan e.

Seroka sererd û binerd a Kurdên dinya û axretê Perwîn Buldan xanim efendîlerî, di talîya lotikên xwe de got: „Birêz Ocalan wê di hevdîtina duyemîn de banga taybet li jinan bike. Ji ber ku dema min di hevdîtina yekem de silavên taybet ên tevgera me ya jin û pêkhateya ciwanan ji birêz Ocalan re ragihand, diyar kir ku di hevdîtina duyemîn de wê bangek taybet hem li ciwanan hem jî li jinan bike“.

Ê başe heyran, ev 40 sal in Ocalan silavan ji jinan re dişîne, me em zilam ji Eyşika Ereb in? Çima rojekê silavan ji me zilaman re, ji me sofî û melayan re naşîne yadê qurban? Yan tiştik û miştikên me kêmî yên we ne keçko?

Axir, silavên başqan jinên me ji me dan berdan allahwekîl. Ne ji silavên başqan bûya, jinên me bi slogan jin, jiyan, azadî li sere me nedibûn banû û şahbanû wesselam..

Mêrdîn

About The Author