Nûrî Çelîk
Guhertin, pêşketin, azadî û serfirazî bi xwenasînê dest pê dike. Kesê xwenenas, miletê xwenenas, ne diguhere, ne tê guhertin, ne bi pêş dikeve, ne azad û ne jî serfiraz dibe. Hemû nirx û hêmanên guherîn û guhertinê di xwenasînê de ne.
Dr. Deepak Chopra di gotarek xwe de dibêje: „Di kar û meditasyonên jîyana xwe de hûn dikarin tenê pirsekê ji xwe bipirsin. Di encama vê pirsê de derîyê gerdûnê dikare ji we re vebe. Û ev pirs ev e: „Ez kî me?“
Yê ku di serî de xwe nas bike, dikare malbata xwe, zarok û merivên xwe, nas û cîranên xwe, gundî û bajarîyên xwe û pê ve girêdayî milet, welat, dîrok, nirx û pîrozîyên xwe nas bike. Kesê xwenenas hemû nirxên xwe nîvco nas dike, hem ji naskirina malbat û civaka xwe, hem jî ji naskirina dîrok, milet û welatê xwe bêpar dimîne. Bêpar nemîne jî nîvco, seqet û lenger dimîne. Ji ber vê, di nirx û şirovekirinê de, di hest û helwestê de, di hişmendî û siyasetê de jî nîvco û seqet dimîne, nikare plan û projeyên rasteqîn, taktîk û stratejîyên aqlêselîm saz bike. Siyaseta ku dike wek wî nîvco û bêencam dimîne, ne li pêş lê li paş dikeve û di nav destê wî de diteqe. Hem ziyanê dide xwe, hem jî dide doza ku pê bahwer e. Xwenasîn herweha naskirina gerdûnê ye, naskirina zagonên gerdûnê ye. Kesê xwenas li gor zagon û şert û mercên gerdûnê xwe diguhere.
Ji ber vê yekê, ya herî girîng ew e ku mirov pêşî xwe nas bike, sînorên xwe yên bedenî û derûnî, sînorên hiş û hişmendîya xwe keşif bike. Alîyên hestiyar û qels ên di binyata egoya xwe de fam bike, wan qebûl bike û van alîyên xwe biguherîne. Gava meriv ev kir, meriv dikare bandor û desthilatdarîyê li dilê xwe jî bike, bikeve nava dilê xwe û xwe bigihîjîne wê asta ku bi çavên dilê xwe li cîhanê temaşe bike. Bi çavên erênî, bi nerînên zelal.
Birastî ez kî me?
Hûn kî ne?
Em kî ne?
Ango, em Kurd kî ne?
Me ji bo xwe çi kir, çi dikin?
Heger me pirsa Ez kî me ji xwe bipirsîya, gelo emê îro di vê rewşa malkambax de bûna nizanim. Lê ez bahwer im wê rewşa me cuda bûya. Bi kêmanî meyê xwe nas bikira.
Gelo kî ji me, kî ji we, bi rûyekî rûspî, bi rûyekî devliken, bi dilekî rehet, bi exlaq û wîjdanekî rehet derketiye pêşberî mirêkê (neynikê) û bêyî ku wîjdanê wî/wê bijene, bêyî ku serê xwe bitewîne û ji xwe şerm bike li xwe temaşe kiriye? Rewşa ku em Kurd îro tê de ne, malwêranîya ku em sûcdarekî jê ne, bi qencî û xirabîyên ku em parçeyek jê ne, nahêle ku em li ber mirêkê bi şanazî li çavên xwe binerin. Ne ji xelkê, ne ji kiryarên dagîrker û neyaran, herî pêşî divê em ji xwe şerm bikin û bêjin „ez kî me“, „em kî ne“, „me ji bo milet û welatê xwe çi kir, em çi dikin ? “
Lîztikvan û aktora navdar Angelîna Jolie, di daxuyanîyek xwe de dibêje: „Zikreş nebin, kînê negirin, bibin mirovekî baş. Rehetiyê bidin dilê xwe, ramanên xwe zelal bikin. Ji wîjdanê xwe hez bikin û hewl bidin wîjdanê xwe rehet bikin. Paşerojê ji bîr nekin, lê di paşerojê de asê jî nemînin“.
Çi gotinên xweş û watedar.
Lê mixabin em ekis û vajayî vê yekê dikin.
Em zikreşîya hev dikin, em kîndarên hev in, em Ii hember hev nebûne mirovên baş, bi hev re ne saxlem û sadiq in. Me dilê xwe rehet nekiriye û ramanên me ne zelal in. Tew me wîjdanê xwe danîye alîyekî û rehetî çi ye nizane. Û gotina herî watedar û zêrîn: „Paşerojê ji bîr nekin, lê di paşerojê de asê jî nemînin“.
Tu dibê qey Angelîna Jolîe bi taybet ev gotin ji bo me Kurdan gotiye. Ji ber em Kurd paşerojperest in, tê de teqinî û asê mane. Bi hişmendî û sermaya paşerojê siyasetê dikin, bi hestên paşerojê tev digerin. Ji ber vê em pêşeroja xwe nabînin, nikarin hesabê xwe û pêşeroja xwe bikin. Em wilo ne, siyasetmedarên me wilo ne, civaka me wilo ye. Ne em karin ji teqana paşerojê derkevin der, ne jî karin pêşeroja xwe bibînin. Ji ber vê gotine „kesên ji paşeroja xwe dersan nestîne, nikare pêşeroja xwe bineqişîne“. Zikreşî, neyarî û berberi, nakokî û alozîyên siyasî, gotinên qelew, xeyalên mezin û hesabên piçûk, yanî aqilê sivik û bare giran. Ev tev berhemên xwenenasînê ne. Kesên xwenenas hertim koleyên xewn û xeyal û fantazîyên xwe ne.
Werhasilî kelam, ezê gotina talî ji Seydayê Cegerxwîn re bihêlim:
Kî ne em!?
Erê PKK vîrûs e, lê kîjan vîrûs cîgerim?
Ramanli tir ji Uçum berda
Ma hûn dizê xwedê ne bavê min!