Tecrîdê bazara îsotan li pataxê xist

Li ser bextê îsotfiroşên bajarê Ruhayê be, dibêjin firotina îsotên Ruhayê pir kêm bûye û dikandar dikin lavelav. Ê hûn zanin, Ruha bi îsotên xwe navdar e, îsot tunebe Ruha û Ruhayî jî tunene, mirîne. Yanî, ji Ruhayîyan re „bê îsot jîyan nabe“.

Axir, li gor fitne û fesadên kolanên Ruhayê û îsotfiroşên bazarên Ruhayê dibêjin, dibêjin xwedêgiravî ji ber tecrîda li ser Serokê Sererd û Binerd sayin Ocalan firotina îsotan jî derbeyek mezin xwariye û kes êdî zêde îsotan nakire. Îsotên ku ji Ruhayîyan re ji zêr û zîv jî giranbuhatir e, ketiye ber lotik û zîtirkên tecrîda dewleta Romê. Tew piştî ku stranbêj Îbrahîm Ballises ji taqat de ket û hew kare îsotan bixwe, dikandar yekcar li pataxê ketin û firotina îsotan jî kêmtir bû.

Ez serê we neêşînim, tecrîda li ser Başqan Ocalan bandorek mezin li ser kirîn û firotina îsotan dike û ev yek mêzîna dan û stendin û kirîn û firotina îsotan serûbinê hev dike. Hêvîdarim ku rojek berî rojekê tecrîda li ser Başqan Ocalan rabe da ku hemşerîyên wî îsotfiroşên Ruhayê nekevin bohrana aborî û li paradîgmayên nû negerin.

Lê hinek jî dibêjin sedema nefirotina îsotan Barzanî ye û ji ber Barzanî ji îsotên no (tûj) hez nake, Başûrî îsotên Ruhayê nakirin û çavnebarîyê li dikandar û îsotfiroşên Ruhayê dikin.

Li ser bextê fitne û fesadan be…

Ji îsotan re azadî!

Bê îsot jîyan nabe!

stenbol

About The Author