Bafilê me vê carê got êdî bes e

Mihemed Soran

Serokê YNK yê sererd û binerd kak Bafil Talabanî heta niha sebir kir lê êdî hew kare . Ji ber êrîşên rêxistinên terorist yên girêdayî Îranê û dewletên din bêhna wî pir teng bûye û pir aciz bûye.

Bafilê me li Bexdayê, di Konferansa Diyaloga Navdewletî de, li ser mijara êrîşan destê xwe li masê xist û daxuyanîyek qerase da.

Talabanî diyar kir ku komên çekdar ên ku ne yasayî ne û ne girêdayî artêşa Iraqê ne, bi balafirên bêpîlot êrîşî Herêma Kurdistanê dikin û got, gel û çavkanîyên enerjîyê ketine metirsîyê û divê êrîş bên rawestandin.

Serok Talabanî diyar kir ku ew jî mîna bavê xwe Celal Talabanî hewl dide ku siyasetek rast û adilane bimeşîne û got: „Bi şeş telaqên jinberdanê, heger êrîş neyên rawestandin emê erka xwe pêk bînin. Heger ev kom neyên kontrolkirin, divê ji hole bên rakirin. Tehemûla me ji bo balafirên bêpîlot û fuzeyan nîne. Ji niha û pê ve jî emê bersivê bidin û emê serê wan têxin qûna bavê wan. Her wiha emê bersivê bidin her balafirên keşfê yên hatine avêtin jî“.

Bafilê me anî zimên ku“ev kom bi tena serê xwe nikarin biryara pêşeroja Iraqê bidin“ û bang xwe li Hikûmeta Iraqê kir ku piçekî mêr bin û bi helwestek wêrek li hember komên çeqilmast gavên cidî bavêje.

Bafilê me di derbarê geşedanên li Sûriyê jî got: „Bi çîrok û çîvanokan ev kar nameşe kaka, divê destûrek bê nivîsandin ku mafên Kurd, Durzî û Xirîstiyanan li Sûriyê misoger bike“ û da lotikan.

Talabanî di derbarê pêvajoya li Tirkîyê da lotikan û got: “ Binerin canekem, em dibêjin ku divê pirsgirêka li Tirkîyê bi diyalog û aştîyê bê çareserkirin. Pêvajoya ku behsa wê tê kirin Iraq, Sûrîye û Tirkîyê têkildar dike. Ez bang li civaka navnetewî û welatên cîran dikim ku ji bo serketina vê pêvajoyê bidin lotik û zîtirkan û gavan bavêjin“.

Werhasilî kelam, Bafilê me vê carê mêranîyê ew girt û destê xwe li masê xist. Îcar wê sofîk û melayên Tehranê bi guhê wî bigirin û hesab jê bipirsin yan nepirsin, ez jî nizanim.

Silêmanî

About The Author