Kurdîsh Power tir ji Chîna Power berda

Belê, pêşbazîya boksê li Riyada Erebistanê dest pê kir û li wir bi dawî hat. Boksorê Kurd Agît Kabayel, ku li Almanyayê çêbûye û ji malbatek welatparêz e, bi lotika xwe ya dawîn 6 tir û 5 fis ji Zhilei Zhang ê Çînî berdan ûbû şampiyonê dinyayê.

Kabayelê ku di hemû pêşbirkan de bi ser ketiye, di şampiyonîya dinyayê de jî Kurd rûspî kirin û serê wan bilind kir.

Serkeftina Kabayel bû sebebê ku dinya û alem zêdetir Kurdan û Hêza Kurdan (Kurdisch Power) nas bikin û rêzê ji wan re bigirin. Di her beşên spore de serkeftina hemû spormenên Kurd xizmetek mezin ji naskirina Kurd û doza Kurdistanê re dikin û ev yek lobî û doztên Kurdan jî zêdetir dikin.

Li gor sîxurên Lotikxanê yên Erebistana Siûdî radigihînin, Chîna Power Zhilei Zhang pir bi xwe bahwer bû û digot ezê bi çend lotik û zîtirkan hestîyên Kurdîsch Power agît Kabayel bişkînim. Lê piştî ku rebeno ket ber kulm û lotikên Kabayel, 3 parsûyên wî şikestin, gurçika rastê perçiqî û kezeba wî jî parçe bû. Zhilei Zhang ê ku ji ber kulm û boksên Kabayel bêhn lê çikiya, bi xwe de mîzt û winda kir.

Axir, Agît Kabayel ê Kurd bû şampiyonê dinyayê û nîşan da ku Kurd ne tenê di şer de, di boksê de jî mêr û xweşmêr in.

Xwedê qewetê bide hemû werzîşvanên Kurd.

Xwedê 72 Horî û Nûrîyan bike nesîbê wan û hûn sax..

Pekîn

About The Author