Cemîl Cewher

Piştî banga Serokê Sererd û Binerd sayin Ocalan, PKK bi lez û bez bersiv da û got: „Em axa bin lingên Ocalan in, ew çi bêje ser seran û ser çavan, bê lam û cîm em pê re ne“ û daxuyanîyek belav kir.

Serlotikvanên PKK di daxuyanîya xwe de gotin ku „Em wek PKK bi naveroka bangewazîya serok re ne û emê daxwazên bangewazîyê ji alîyê xwe ve bi cîh bînin. Di vê çarçoveyê de, ji bo rê li ber pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bê vekirin, em îro agirbestek bi bandor êlan dikin. Heya ku êrîş neyên ser hêzên me, wê tu hêzên me çalakiyên çekdarî nekin“.

Bi vî haweyî Ocalan li ber dewlet û daxwazên dewletê serî tewand, PKK jî li ber daxwazên serokê xwe serî tewand. Lê PKK piçekî bi xîrettir û maqûltir serî tewandiye. Çimkî PKK di daxuyanîya xwe de şertek danîye, şertê: „Emê daxwazên bangewazîyê ji alîyê xwe ve bi cih bînin. Lê belê em dixwazin destnîşan bikin ku divê siyaseta demokratîk û zagonên hiqûqî jî ji bo serkeftinê guncav bibin”.

Yanî, divê dewleta Tirko gavên berbiçav bavêje, rê ji siyaseta demokratîk re veke û zagonên hihûqî biguhere, nûjen bike.

PKK di daxuyanîya xwe de hemû sûnc û berpirsiyarîya şer xistin stuyê xwe, Ocalan rûspî kirin û got: „Heta niha em bi hemû xeletî û kêmasîyên xwe ji rêveberîya şer berpirsyar in; tenê Rêber Apo dikare Serdema Aştî û Civaka Demokratîk bi rêve bibe”.

Yanî, çi qenc çi xirab, çi bûbe me kiriye û di vî şerî de tu gunehê Ocalan tuneye, destên wî bi xwînê nehatine şûştin. Helbet ji bo destê Ocalan bê xurtkirin hinek gotinên germik û nermik, hinek gotinên ekolojîk û demokratîk tên gotin. Lê dinya û alem jî dizane ku lotikvanên PKK bêyî Ocalan gavek neavêtine, bêyî biryara Ocalan şer nekirine û bêyî biryara Ocalan bi deh hezaran Kurd nekujtine. PKKî yên ku bêyî destûr û biryara Ocalan nikarîbûn û nikarin herin avdestxanê, hemû berpirsiyarîyê dixin stuyê xwe. Helbet ev biryara wan e, îradeya wan wan neçarî vê yekê dike. Belkî jî taktîk e ma kî zane. Lê şertê siyaseta demokratîk û guhertina zagonên hiqûqî lotikek xweş û baş e. Qe nebe wek Ocalan destvala serî natewînin.

Werhasilî kelam, banga sayin Ocalan û bersiva PKK biryara wan bi xwe ye. Divê rêz jê re bê girtin. Wek dibêjin çê kiro bi xwe kiro, xirab kiro bi xwe kiro. Helbet emê li ber keda xwe, li ber şehîdên xwe, li ber xewn û xeyalên xwe bikevin. Wê ev yek bêhêvîyek mezin di nava Kurdan de çêke. Lê av diherike û coka xwe dibîne. Dûr yan nêzîk, kêm yan zêde, wê Kurd li keda xwe, li berdêlên xwe xwedî derkevin û bi rê û rêbazên nû tekoşîna xwe bidomînin.

Hewlêr

About The Author