Gotina Qantir za di nav Kurdan de pir tê bikaranîn. Qantir nazê, nikarê bizê. Gava tiştek yan kirinek dûrî aqilan be û ew dûraqilî pêk bê, dibêjin hayhoooo qantir za. Yanî pêkhatina tiştekî kesanedî ye.
Banga ku Kurd û Tirk, bi taybet dewleta Tirk li bendê bû û li ser wê ruh davêt, yanî banga Başqan Abdullah Bahçelî ( Hevseroka DEMê Tulay Hatimogullari ji devê xwe revandibû) bi def û zirne, bi halla halla û maşallah hat pêşkêşkirin û dê weledê xwe avêt. Hinekan li ber bangê govend girt, hinekan jî şîn girêdan. Banga Abdullah Bahçelî ne tenê di nav dijberên PKK de, herweha di nav alîgirên PKK de jî sergêjî çêkir û wek mirîşka gêj li wan hat. Çimkî, Serokê Sererd û Binerd bê qeyd û şert, bêyî daxwaza serxwebûn, federasyon, xweserîyak herêmî û daxwazên çandî (kulturîst) bang li PKK kir ku çekên xwe deyne, kongreya xwe li da bixe û xwe fesix bike. Yanî teslîmîyeta bê qeyd û şert.
Yên ku berjewendîyên wan di hebûna PKK de hebûn û li ser keda PKK nanê xwe dixwarin, yên ku li ser ked û xwîna keç û xortên Kurd bûbûn holdîng û nedixwestin şer raweste, bi banga Ocalan aciz bûn û li xwe zor anîn. Kesên ku bi mal û canê xwe xwe ji bo doza Kurd û Kurdistanê feda kiribûn dîsa aciz bûn. Aciz bûn ji ber ku Ocalan bê qeyd û şert xwest PKK xwe fesix bike û doza serxwebûn federasyon, xweserîya herêmî mafên çandî neke. Yanî, Ocalan 40 salî keç û xortên Kurd ji bo ne tiştekî, ji bo selameta Tirkan û Tirkîyê dan kujtin. Hûn çi navî lê dikin bikin, Ocalan ji roja ku hatiye girtin û heta îro heman tiştan diparêze. Dibêje ez ji Tirkekî Tirktir im, dêya min Tirk e, heger ez nebûma wê peymanek ji Peymana Sewrê mezintir çêbiba, ezê Kurdan wek kûçikan bi Tirkîyê ve girê bidim, Atatirk û Kemalîzm ne dijminê Kurdan e, Amerîka û Îsraîl dixwazin bi destê Barzanî Kurdistanek serbixwe damezirînin, ez dibim asteng. Û bi sedan gotinên bi vî awayî. Ji xwe di vîdeoyên ku li Îmralîyê hatine kişandin Ocalan her tiştî mikur tê, her tiştî dide dest û venaşêre. Lê dîsa jî ji bo PKK û Kurd ji kontrola dewletê dernekevin, PKK û dewletê Ocalan firandin ber perê asîmanan û wek ku tiştek nebûbe xwedî lê derketin.
Brazîyê Ocalan, Omer Ocalan (ku wekîlê Partîya DEMê ye), di 2019an de Twîterek belav kir û got apê min Abdullah Ocalan miriye, bela serê gelê Kurd sax be. Twît piştî 4 saetan hat rakirin, yan jî Omer Ocalan neçar kirin ku twîta xwe rake û rastîyê veşêre. Balkêş e, di van serdanên dawîn de, di serdana Omer Ocalan de jî, wêneyên Ocalan nehatin belavkirin. Tenê bi wêneyên kevin serdan sergirtî hiştin. Di serdana vê dawîyê de jî heman lîztik hat lîztin. Bi wêneyê ku bi Fotoşopê hatiye çêkirin û ji her derê wê nerastî difûre, dixwazin saxbûna Ocalan bi Kurdan bidin qebûlkirin da ku bigihên meqsed û miradên xwe. Ocalan miribe jî dewlet nabêje û wê veşêre. Çimkî Ocalan ji wan re lazim e û yekî ku karibe wek Ocalan pê PKK û Kurdan kontrol bikin nabînin.
Balkêş e, Serokê Gelê Kurd Devlet Bahçelî jî (ji ber serkêşê vê pêvajoyê ew e) di piyasê de tuneye, ne xuyaye. Hinek dibêjin miriye, hinek jî dibêjin na wele heta PKK çekan daneyne û teslîm nebe namire. Lê Serokê Gelê Kurd di armanca xwe de bi ser ket. Serokê Gelê Kurd Devlet Ocalan Serokê Gelê Tirk Abdullah Bahçelî anî ser rê, îmana wî nû û taze kir û carek din zelal kir ku Ocalan ji roja roj de xizmetkarê dewleta Tirkîyê ye.
Ez serê we neêşînim, banga Başqan Ocalan banga xêrê ye. Bi kêmanî wê Kurd ji toqa PKK azad bibin û belkî bi xêra Ocalan morîka xewê ji guhê wan derkeve û ji temara mirinê şiyar bibin. Helbet wê dewlet wilo rehet nesekine, çawa ku PKK çêkir, wê PKK yek din jî çêke. Çawa be xirabkirin – avakirin û hefsar jî di destê wê de ye. Heta Kurd hebin wê rêxistinên mîna PKK jî ji serê Kurdan kêm nebin. Wek dibêjin, pisîk ne li mal e, mişk Evdirehman e. Heta alternatîfek Kurdistanî çênebe, wê PKK yek here û deh PKK yên din bên.
Banga Başqan Ocalan li hemû gelên serdest, li aştî û şerê bê armanc û li netew-dewleta Tirk, Ereb û Farisan pîroz be..
Stenbol
Golik, Jîyan, Azadî!
Dergevanên Bakurî û bêdengîya li hember paradîgmaya Başûrîyan
Kurdistan 4 parçe ye, nabe 1