Belê gelî guhdar û temaşevanên sînemaya pêvajo û aştîya beroşa vala, rojev germ û sincirî ye, herkes ketiye govenda Devlet Bahçelî û A. Ocalan û dê weledê xwe davêje. Govenda ku ji bo teslîmîyeta Kurdan û çekberdana PKK hatiye gerandin, bi sergovendîya Bahçelî û Ocalan geş bûye. Paradîgmayên her du serokên qerase mejîyê Kurdan dewixandiye û wek meşkê çelqandiye. Bi taybet govendgêrên ku ne Kurd in lê bûne nûner û berdevkên Kurdên reben, bi tilîlî û şabaşan, bi olan û navtêdan vê pêvajoya teslîmîyetê wek şîr û şekir bi Kurdan şîrîn dikin. Yek ji wan govendgêr û qeyûmên dewletê jî bêguman xaltîka me Pervîn Bûldan e.
Xaltîka me ya delal û lihevhatî, Parlamentera DEMê ya Wanê û endama Heyeta Kantona Îmralîyê Pervîn Buldan, li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyanîyek da.
Bûldana min û we, di Halk TV de bi Îsmaîl Saymaz re axivî û diyar kir ku Serokê Gelê Kurd Bahçelî telefonî wê jî kiriye, ji bo xwendina banga Ocalan spasîya wê kiriye û gotiye „bi şeş telaqên mêrberdanê çi ji destê min bê ezê bikim“.
Devlet Bahçesîz niha nexweş e û li nexweşxanê di komayê de ye, xirexira mirinê ketiye qirika wî. Wê li ser darbesta komayê çi ji destê wî bê nizanim, lê tiştê ji destê wî bê helbet wê ne ji bo xêra Kurdan lê ji bo xêra Tirk û Tirkayetîyê be. Bahçelî jî wek Ocalan berî mirinekê dixwazin xizmetek mezin ji dewleta xwe re bikin û Kurdan bêyî ku tiştekî bixwazin têxin bin xizmeta dewletê û wan ji doza Kurd û Kurdistanê dûr bixin.
Wek hûn dizanin, kesê ku nehiştibû Ocalan bê şeniqandin (îdamkirin) Devlet Bahçelî bi xwe bû. Ji ber vê, Ocalan deyndarê Bahçelî ye û dixwaze berî mirinekê deynê xwe bide. Ew jî çekberdana YPG û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk e (PKK mahne ye). Çekdanîna YPG û HSD tê wateya têkbirina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê û hemû plan û proje li ser vê yekê hatine danîn. Û têkçûna Rojava jî bêguman wê têkçûna destkeftîyên Başûr jî bixwe re bîne û Bakurîyan ji xwe xwelî li serê xwe û bavê xwe kiriye.
Xaltîka me Bûldan dibêje; Ocalan gotiye „heger Bahçelî xwe guhertibe herkes dikare xwe biguhere“.
Bi allahwekîl vir û derew e. Bahçelî nehatiye guhertin, nayê guhertin. Tenê kirasekî guhertî li xwe kiriye û ev jî ji bo xapandina Kurdên xwelîser e. Xaltîka me Bûldan jî vê dizane, Ocalan jî dizane, dîk û mirîşkên ser sergo jî dizanin.
Ez serê we neêşînim kezebno, divê em Kurd nekevin vê govenda xapînok û li ber dahola Ocalan û zirneya Bahçelî xwe nehejînin. Ev govend govenda Tirka ye, govenda Lozana duyemîn e û xelas.
Izmîr
Golik, Jîyan, Azadî!
Dergevanên Bakurî û bêdengîya li hember paradîgmaya Başûrîyan
Kurdistan 4 parçe ye, nabe 1