Zinar Qelemşûr
S. S. Onder, yanî qeyûmê dewleta Tirk, bi dehê salan e li ser pişta Kurdên xwelîser hespê xwe dimeşîne û wek yekî Tirk berdevkîya Kurdan dike. Ne tenê ew, bi sedan qeyûmên wek wî îro di nava PKK, DEM û dezgehên wan de qeyûmtîyê li Kurdan dikin û bi qedera Kurdan dilîzin. Ji ber ku kes li meydanê tuneye, ji ber ku Kurd hatine xesandin û bê serî hatine hiştin, hefsar xistine destên xwe û Kurdên pepûkî bi vî alî û wî alî de dikşînin. Kurdên ku bûne wek şivanê bê bez, qîma xwe bi şivantîya gur anîne û ji neçarî serê xwe ditewînin.
Qeyûmê dewletê û Parlamenterê Partîya DEMê Sirri Sureyya Onder, li ser pêvajoya navbera Kantona Demokratîk û Ekolojîk a Îmralî û Hikûmeta Antîdemokratîk û Nîjadperest a MHP û Devlet Bahçelî ji televizyona Haberturk re da lotik û zîtirkan.
Onder, li ser Abdullah Bahçelî û banga Devlet Ocalan axivî û behsa hebûn û tunebûna şert û şirûtan kir.
Onder efendi, anî zimên û got: „Min ji we re gotibû, yekane kesê ku vê pirsgirêkê (pirsgirêka Kurd) çareser bike birêz Devlet Bahçelî ye. Bahçelî li min gerîya û got ku „emê hîna govenda aştîyê bigerînin“ (aştîya ji bo selameta Tirk û Tirkîyê) û ew firand ber perê asîmanan. Helbet hemû jî dizên qulekê û peyayên navendekê ne, pesnê Bahçelî dide nade serê em pê naêşe. Lê Onder gotina herî xweş û watedar piştre got.
Onder begefendî, di mijara naverok û daxwazên banga Ocalan de bi şerefa xwe sûnd xwar û got: „Ocalan di pêvajoya çareserîya yekemîn de jî di vê xalê de bû, îro jî di vê xalê de ye. Ez bi şerefa xwe sûnd dixwim, qet daxwazek Ocalan çênebûye. Ji xwe şert û mercên vî karî nînin. Ne şert û mercên paşerojê ne jî yên pêşerojê tunene“.
Yanî, Ocalan banga xwe bê qeyd û şert, bê daxwaz û armanc, ne ji bo îro û ne jî ji bo pêşerojê tu daxwazek ji bo Kurdan nehatiye kirin (ji xwe di banga wî de xuya ye). Ne serxwebûn, ne federasyon, ne xweserîyek herêmî, ne jî mafên ziman û çandî. Tiştek tuneye û nehatiye xwestin.
Serokê Kurdên çeqilmast S. S. Onder, gotinek ji devê xwe revand û got: „Ger welat parçe bibe, wê kî çi bistîne? Bi gotina Öcalan wê bibe 50 Xezze (Xezzeya Filistînê). Emê hemû bi hev re helak bibin“.
Yanî, ji bo Tirkîye parçe nebe û nebe wek Xezzeyê, divê Kurd doza tiştekî nekin û xulamtîya Tirkoleran bikin.
Axir, qedera me Kurdan ketiye destên qeyûmên dewletê û gav bi gav, kêlî bi kêlî, roj bi roj, meh bi meh û sal bi sal Kurdaan ji armancên wan, ji dwxwazên wan, ji xewn û xeyalên wan dûr dixin, hêvîyên wan dişkînin û hest û hişmendîya Kurd û Kurdistanîbûnê pûç dikin, dirizînin.
Wê pêşeroja me çawa bibe nizanim. Lê ez dizanim ku heger çend gunikreşên Kurd dernekevin (bi taybet ji nava PKK bi xwe) û ji vê pêvajoya naletlêhatî re nebêjin êdî bes e, emê heta hetayê pê bigirin û xelas.
Stenbol
Golik, Jîyan, Azadî!
Dergevanên Bakurî û bêdengîya li hember paradîgmaya Başûrîyan
Kurdistan 4 parçe ye, nabe 1