Bavê Cengo
Bang û nameya ku li ser navê Ocalan û li gor berjewendîyên dewleta Romê hatiye nivîsandin, rojeva Kurd û Romîyan serûbinê hev kir. Ji ber ku bang li gor û ji bo berjewendîyên dewleta wan hatiye nivîsandin, Romî zelal û kêfxweş in. Wer bahwer in ku wê Kurd hemû serê xwe ji banga Ocalan re bitewînin û bê qeyd û şert, bê daxwaz û armanc teslîm bibin û têkevin bin xizmeta wan. Çawa ku mirîşk di xewna xwe de garis dibîne, Romî jî niha di xewna teslîmbûn û çekdanîna PKK û dezgehên pê ve girêdayî de ne. Yanî, masturbasyonê dikin û bi xwe xweş tînin. Hem jî ziwa ziwa.
Hema bêjin hemû Kurd piştgirîya çekdanîna PKK û grûpên wê dikin (Rojava ne tê de) û dibêjin çekdanîna PKK wê li xêra Kurdan be. Lê daxwazên ku Ocalan di banga xwe de kiriye û ji PK xwestiye ku tu daxwazek serxwebûnê, federasyonê, rêveberîyek herêmî û daxwazên çandî ( ziman û hem daxwazên çandî -kulturalîst) nekin, li zora Kurdan diçe û ji ber vê jî bang û helwesta Ocalan wek xiyanet û teslîmîyet tê nirxandin.
Axir, PKK û şerê wê li Bakur pûç bûye, tu şer û mer li Bakur tuneye. Tirsa dewleta Romê ji Rojava û statuya wê ya pêşerojê ye. Romî dixwazin bi banga çekdanîna PKK YPG û HSD bêçek bikin û bê qeyd û şert wan têxin bin kontrola Hikûmeta DAÎŞ a Şamê. Ji be vê jî, dewleta Romê dixwaze qeyûmên xwe S. S. Onder û Pervîn Buldan bişîne Rojava da ku rêvebirên PYD, YPG û HSD rizamend bikin da ku çekên xwe deynin û teslîm bibin.
Di vê derbarê de Generalê HSD Mazlûm Abdî daxuyandibû ku banga Ocalan tenê ji bo PKK ye û tu girêdanek wan bi vê bangê re tuneye. Ev lotikek xweş bû û piçekî bêhna me fireh kir. Lotika duyem jî xalê me Salih Mislim avêt û wî jî piçekî av li kela dilê me kir.
Rojnamevanê Tirk Erkam Tufan bernameyek bi Salih Mislim re çêkir. Xalê me Salih di bernameyê de helwestek wek helwesta Mazlûm Kobanî girt û got: „Helbet em rêzê didin Rêber Ocalan. Lê banga wî ji bo PKK ye, ne ji bo me ye. Em ne beşek ji PKK ne, em rêxistinek cuda û ji Sûrîyê ne. Tu pirsgirêka me Tirkan bi hev re tuneye, pirsgirêka me bi Şamê re ye û heger bi Sûrîyê re peymana çekberdanê bê destpêkirin, ev jî girêdayî mafan e. Emê vê wek teslîmîyetê nekin” û pê de çû.
Yanî, xalê me Salih got ku banga Ocalan PKK girê dide, me girê nade. Em ne beşek ji PKK ne, rêxistin û tevgerek serbixwe ne. Û heger em bi Şamê re peymana çekberdanê çêkin jî, evê ne belaş be. Heta mafên Kurdan neyê misogerkirin em çekan danaynin û teslîm nabin.
Aferîn xalê Salih!
Lê hay ji wan qeyûmên dewletê, ji S. S. Onder û Pervîn Buldankê hebe ezbenî. Ew ji teref dewletê ve tên şandin û ji bo we ji rê derxin wê her vir û derewî bikin.
Qamişlo
Golik, Jîyan, Azadî!
Dergevanên Bakurî û bêdengîya li hember paradîgmaya Başûrîyan
Kurdistan 4 parçe ye, nabe 1