Cemîl Cewher
Yan naxwînin, yan dixwînin û fêhm nakin, yan jî li hesabê wan tê û herkes dixwaze xwêya xwe têxe nan girara Ocalan. Kes ji aştîyê re nabêje na, ji rawestandina şer re nabêje na. Lê ne aştîyek yekalî (ku navê wê teslîmîyet e), aştîyek dualî û bi rûmet, aştîyek dualî û ji bo çareserîya doza Kurd, aştîyek dualî ku heq û hiqûqê miletê Kurd biparêze û misoger bike. Lê tiştek di holê de tuneye. Aştîyek yekalî û rawestandin û çekberdana yekalî tê xwestin. Ango, teslîmîyetek bê qeyd û şert tê xwestin. A ku nayê fêhmkirin ev e. Û navê vê jî banga dîrokî, banga qirnê 21ê lê tê kirin. Lê naveroka banka û paradîgmaya Ocalan paradîgmaya Lozana duyemîn e, bi navê bratîya Tirk û Kurdan esaret û berdewamîya bindestîya sedsalek din e.
Xaltîka me Leyla Zana jî ket nav karwanê banga Ocalan û lotikek avêt. Banga ku mafên çandî (kulturalîst a ku di lîteratuarê de tuneye û cara pêşîn Ocalan nav lê dike) jî li Kurdan heram dike û dibêje tiştekî nexwazin (mafê zimanê Kurdî jî tê de), ji alî giregir û qeraseyên zilam û jinan ve tê destekkirin û pêl li giyanê dehhezaran şehîdên doza Kurd û Kurdistanê tê kirin. Bi dehhezaran cangorîyên ku ji bo doza Kurd û Kurdistanê ketin bin axê, îro ji alî serok û rêvebirên xwe ve carek din tên kujtin û ruhê wan di din axê de dijene, kestîyên wan ji qehran carek din dirizin. Aha piştgirîya bang û paradîgmaya pûç a Ocalan dubare kujtina cangorîyên Kurdistanê ye. Xuyaye ev tê jibîrkirin yan ji bo bê jibîrkirin hilhetinek mezin tê kirin.
Leyloka me di hesabê xwe yê X de lotikek avêt û piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk! Civaka neyarên me kengî bû Civaka Demokratîk nizanim, wê kengî bibe Civakek Demokratîk Ezraîl û Cebraîl jî nizanin. Ew civaka ku ji dewleta xwe zêdetir dijminê riknê miletê Kurd e û heta îro li hember kujtin û talankirina bêdeng maye, wê bibe Civakek Demokratîk yan nebe şeytan bi xwe jî nizane. Lê xwelîserên me bi qûna Civaka Demokratîk girtine û bernadin. Ewên ku li hember Civaka Kurd ne demokratîk û dîktaor in, dixwazin Civaka Dolheramên Romê demokratîk bikin insan û kirasê demokrasîyê li wan bikin. Bi şeş telaqên jinberdanê ne ew bi xwe bi vê bahwer dikin, ne jî civaka ku ew behsa wê dikin. Civaka ku jê re dibêjin Civaka Demokratîk ji entegrekirina Kurdan û dewletê, ji asîmîlekirin û pînekirina Kurdan pê ve ne tu tişt e. Ev jî ji damezirandina Komara Tirkîyê û heta îro heman siyaset e, heman dek û dolab e, heman kiras û xeftan e. Doh kesên mîna Diyap Axa, Yûsûf Zîya Beg û yên mîna wan ev yek dikirin, îro jî Diyap Axayên modern û nûjen vê yekê dikin.
Leyloka me di peyama xwe de dibêje: „Banga birêz Ocalan a ji bo bidawîkirina qetlîamên li Rojhilata Navîn û erdnîgarîya Kurdistanê firsendek dîrokî ye. Girîng e ku ev bang di bin pêşengîya wî de bikeve jiyanê û veguhere pratîkê. Kurd li hemberî komkujî, mirin, zor, zext û gefan serî natewînin û hê jî biryardarîya xwe ya aştîyek bi rûmet û mayînde diparêzin„ filan û bêvan.
Xaltîka me Leyla Zana, a ku 10 salan ji bo Kurdewarîya xwe di hepsê de raza, tenê behsa aştîyê dike. Aştîyek bi rûmet. Lê çima behsa heramkirina mafên çandî û kulturalîzma Ocalan nake, nizanim. Nikare bike, çimkî di hevdîtinên Muxtarîyeta Îmralîyê de Ocalan gef lê xwaribû û bûbû sebeb ku Leyloka me dest û lingên xwe ji siyaseta Kurdewarî bikşîne. Ê meraq dikin dikarin têbinîyên hevdîtinên Îmralîyê bixwînin.
Werhasilî kelam, Leyloka me jî wek Osman Baydemîr û hemû Kurdên welatperwer hem ji dêrê bûne, hem ji mizgeftê. Ne dikdarin tam Kurdayetîbê bikin, ne jî dikarin toqa Ocalanîzmê ji stuyê xwe derxin. Aha wek îro, wek daxuyanîya îro, hem li nêl dixin, hem li bizmêr.
Lê dîsa jî Leyla Zana Leyloka me ye, nirxek me ye. Her çiqasî hinek tiştan bêyî dil û riza xwe bêje jî, em dizanin ku dilê wê her ji bo Kurd û Kurdistanê lêdixe.
Temenekî dirêj jê re dixwazim wesselam..
Hewlêr
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
ZOZAN xanim li me pîroz be!