Aram Serhedî
Daxuyanîya serokê sererd û binerd başqan Ocalan û paradîgmaya wî ya nû (ji ber paradîgmayên wî pir in û her sal paradîgmayek tê guhrtin), tir ji Kurdan berda û wek mirîşka gêj li wan anî. Mirîdên Ocalan û terîqeta PKK tiştekî din in, ew wek misilmanên ku çavgirtî îmana xwe bi ayetên quranê tînin, îmana xwe bi paradîgmayên şêxê xwe tînin û ew jî dibin şirîkê siyaseta dewleta Tirk. Paradîgmayên ku heta bi perwerdeya zimanê Kurdî jî li Kurdan heram dike, wek wehî û ayetên quranê ji Kurdên xwelîser re tên pêşkêşkirin. Helbet heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e. Heçê Ocalan û dîroka wî nas dike dizane bê mesele çi ye, dizane bê Ocalan ji roja roj de xizmetkarê kê ye. Lê heçê nizane yan nexwîne, yan jî bixwîne û rastîyê qebûl neke, van paradîgmayên dewleta Tirk ji xwe re dike destûr û rêbaz û govendê li ber digire.
Axir..
Xuyaye Hunermendê Kurd Nîzamettîn Ariç jî wek piranîya Kurdên welatperwer bi lotik û zîtirka Ocalan aciz bûye, li ber ked û xwîna Kurdan ketiye, daye dû wîjdan û xîreta xwe û çend lotikên wêneyî li Ocalan xistiye. Hunermendê ku xizmetek mezin ji muzîka Kurdî re kiriye û çend flîmên wî yên sînemayê jî hene, ji ber Kurdayetîya xwe wek gelek Kurdan koçberî welatên biyanî bûye û hîna jî xizmetê ji muzîka Kurdî re dike. Herweha bi wênesazîyê re jî mijûl dibe.
Ariç, bi çend wênesazîyan ji Ocalan re gotiye Good Bye Ocalan, yanî Oxira te ya Filîtê Quto be Ocalan, ew ji dil û mejîyê xwe avêtiye û berê wî daye nav rûpelên dîroka qirêj. Li ser vê lotika Ariç, mirîdên ku çepikan ji MHP û Devlet Bahçelî re dixin, dest bi antîpropagandaya Nîzamettîn Ariç kirine û mohra xayîntîyê li qemçika stuyê wî xistine. Ji xwe mohra xayîntîyê di bêrîka her endam û rêveberekî terîqeta PKK de heye. Ji derveyî wan û şêxê wan herkes xayîn e, herkes xwefiroş e, herkes tirşikçî ye. Lê tirşika ku ew dixwin ne hedê wê heye ne jî hesab. Tirşikek ekolojîk, demokratîk, Tirkolojîk û antî Kurdolojîk.
Werhasilî kelam, ew pirsgirêka wan e. Tirşikê dixwin, pelûlê gixwin, şorba nîskê dixwin mesela wan e. Lê Kurd ne mecbûrin tirşika wan û Tirkan bixwin û bêdeng bimînin. Nîzamettîn Ariç jî wek Kurdekî, wek hunermendekî bêdeng nema û wek gelek hunermendan ji wan re nebû wek nanê sêlê.
Bi vê minasebetê divê her Kurdê bi xîret û xwedî wîjdan li Nîzamettîn Ariç xwedî derkeve û wî bi tenê nehêle.
Parîs
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan