Nûrî Çelîk
Gundîyekî bi nave Elîyê Xemxur hebû. Rojekê li hewşê bi darikekî erdê hûrik hûrik dikole,
xwe bi xwe tiştina dibêje û dikeve nava xem û mitalan. Jina wî dibîne ku Elî wek gelek caran ketiye nav xem û mitalan û dizane ku tiştek bûye.
Jina wî ji Elî dipirse: “Kuro Elî, dîsa çi bûye?”
Elî keserekê dikşîne û dibê: “Ma çi nebûye xanim. Dehşikek ji kera cîranê me re çêbûye, dehşik bê terî ye, terîya dehşikê tuneye. Ez di vê mitalê de me, gava mêş xwe li ser dehşikê deynin, wê dehşika reben çawa karibe bê terî berde mêşan?”.
Îcar piranîya me Kurdan wek Elîyê Xemxur in. Berî em zikê xwe têr bikin, em zikê cîran û xelkên din têr dikin. Berî em agirê mala xwe vemirînin, em agirê di mala xelkê de medimrînin. Li şûna ku em bêjin berê can piştre canan, em dibêjin berê canan piştre can. Yanî, em berjewendîyên xelkê di ser berjewendîyên xwe re digirin, em ji her kesî re dibin darikên ber diranan û dibin goştê ser savara herkesî. Hinek ji ber berjewendîyên xwe, hinek ji ber bahwermendî û îdeolojîyên xwe, hinek jî ji xeşîmî û nezanîya xwe dibn kurtanê kerên xelkê, xwe û doza milet û welatê xwe ji bîr dikin.
Rast e, di dema Selaheddînê Eyûbî û berî wî de hişmendîyek netewî tunebû, şer û perçûn, doz û armanc hemû li ser ol û bahwermendîyê, li ser berjewendîyên eşîrtî û xanedanîyê bû. Heger Selaheddîn Eyyûbî ji Misrê bi rêya keştîyan derbasî Rojava (Ewrûpayê) bibûya û Ewrûpî jî bi şûrê wî bibûna misilman, wê îro dinya di çi halî de bûya nizanim. Belkî bi edalet û mirovperwerîya wî ristek xweştir jî çêbiba, û belkî jî bi xezeba şûrê wî bela û tofanek xirab jî bihata sere dinyayê. Belkî bi mirina wî xwedê dinya ji tofan û dagîrkerîya ola Ereban (ji ber îslam ji bo wan bû wesîleya dagîrkerî û belavkirina çand û toreyên Erebî) xelas kir. Belkî jî bi mirina wî xwedê edalet û heqanîyeta wî ji dinyayê kêm kir. Dîsa nizanim. Lê dixuye ku bermayî, nevî û torinên wî jî (yanî em Kurd) bi heman hişmendî, bi heman armanc xisleta wî, xizmetê ji xelkên din re dikin û bi vemirandina agirê mala xelkê daketine.
Bi Peymana Vestfalya ya 1648, û piştî Şoreşa Fransî ya 1789, êdî netew-dewlet û hişmendîya netewî geştir bû, xwezanî û xwenasîna netewî û netew-dewletan bi pêş ket. Ji Şoreşa Fransî û heta îro, Kurd ji hişmendîya vemirandina agirê mala xelkê rizgar nebûn û nebûne. Her çiqasî hest û hişmendîya netewî ji berê zêdetir bi pêş ketibe jî, rêxistin û partîyên ku îro pêşkêşîya miletê Kurd dikin hê jî bi bahwermendî û hişmendîya -ku xwedîyên wan bi xwe jî dev jê berdaye- tev digerin û dixwazin bi paradîgmayên dûrî civaka Kurd wan bahwerî û îdeolojîyan bi Kurdan bidin sepandin. Bahwerî û îdeolojîyên ku doh bi destên kesên wek Elîyê Xemxur dihatin berdewamkirin, îro bi rê û destên Elîyên Xemxur yên nûjen û modern û bi armancên xeyalî, bi paradîgmayên dûrî berjewendîyên civak û doza miletê Kurd tên domandin. Elîyê Xemxur dev ji feqîrtî, perîşanî, tunebûn û birçîtîya mala xwe berdabû û bi dû terîya dehşika xelkê ketibû. Elîyên me yên îro jî hewl didin ku Kurdan ji dehşikên xelkê re bikin dûvik û terî daku wan ji mêş û mozqirkan biparêzin.
Bi kurt û Kurmancî; divê em ne elîyên xelkê lê Elîyên xwe bin, xemxur û dilêşên hev û doza xwe bin. Bi tifinga xelkê mêranîyê, û bi aqilê xelkê Kurdayetîyê nekin. Aqilê ku ji kîsî xelkê be, wê talîya wê jî çarenûsek tarî û poşmanîyek bêveger be wesselam..
Kurdistan, al û rastîya me
Newrozê qûna reş û spî derxist holê
Kûçik goştê kûçik naxwe