Kurdistan, al û rastîya me

Nûrî Çelîk

Em Kurd bi erdnîgarîya xwe, bi zimanê xwe, bi rabûn û rûniştina xwe, bi hest û mejîyê xwe, bi giştî bi her tiştên xwe ji hev hatine cudakirin. Vê yekê dagîrkerîyek mezin di mejîyê me de çêkiriye. Gava mejî bê dagîrkirin ji xwe gotin ji tiştên din re namîne. Mejî rêvebirê bedenê ye û çawa bixwaze, bi ku de bixwaze, hest û bedenê bi wir ve dibe.

Pirsgirêkên me pir in. Di serî de mejîyê cuda, zimanê cuda, dagîrkerên cuda, stendina xisletên ji dagîrkerên cuda, ol û îdeolojîyên cuda û wekî din. Her tişt heye, tenê tiştek tuneye. Ew jî mejîyê xas e, mejîyê Kurd û Kurdistanî, mejîyê ku Kurdan bike yek û li hev ragire.

Em bixwazin nexwazin îro em 4 parçe ne û di nav sînorên 4 dagîrkeran de ne (sereke 4 in lê Kurdistana Sor jî dibe 5).  Helbet di dilê her Kurdekî welatperwer de Kurdistan ne çar-pênc lê yek parçe ye. Kurdistanek mezin û yekgirtî kam û daxwaza her Kurdekî welatperwer e. Lê gava em li rastîya xwe û li rewşa xwe dinerin, rastî dil û mejîyê me dêşîne û pir cuda ye. Îro em bixwazin yan nexwazin, em pê bêşin yan neêşin, Kurdistan 4 û 5 û gelek parçe ne. Ji xwe me Kurdan Kurdistan di nav xwe de kiriye hezar parçe. Ev jî pirsgirêkek bi serê xwe ye. Kurdistanek yekgirtî helbet daxwaza me ye. Lê dibe ku xewn û xeyalek pir dûvdirêj û dûrî aqilan be jî, dibe ku karê sed yan jî hezarê salan be. Ji ber van sedeman, Ala Rengîn wê çiqasî karibe temsîlîyeta temamê Kurdan û her çar parçeyên Kurdistanê bike, cîhê meraq û nîqaşê ye.

Gava em li rewşa Ereban dinerin, dibînin ku 24 dewlet û 24 alên wan hene. Hemû jî Ereb in û hemû jî ji rewşa xwe bextewar in. Di dîrokê de gelek welatên wek Rûsya, Brîtanya, Afrîka, Gurcistan, Makedonya, Lîbya, Îran, Bosna, Myanmar, Îskoçya û Emîratên Erebî ji ber şert û mercên navxweyî û derveyî alên xwe guhertine û alên nû ji xwe re hilbijartine. Herî dawî bi guhertina rejîmê, Sûrîyê jî ala xwe guhert. Helbet dil dixwaze ku ne çar Kurdistan lê yek Kurdistan û yek alek me hebe. Lê mixabin rewşa ku Kurd û Kurdistan îro tê de ye me ji xewn û xeyalên yek dewlet û yek alê dûr dixe. Di rastî û realîteya îro de yek Kurdistan, yek al û yek zarava bersiva rastîya me Kurdan nade. Rastî û realîteya heyî 4-5 Kurdistan, 4- 5 al û 3-4 zarava ne. Çawa ku 24 dewletên Ereban hene, yek millet in lê zimanê wan ne yek zarava ye, çawa ku gelek dewletên Tirk û Tirkmenan hene, yek millet in lê zaravayên wan ji hev cuda ne, xuyaye wê rewşa me Kurdan jî bişibe rewşa wan.

Di derbarê alê de divê em Kurd rûnên û bifikirin.  Çawa ku dikare 4 Kurdistanên federatîf û cuda çêbibin, dikare 4 alên cuda jî çêbibin. 4 federasyon, çar herêmên otonom û 4 alên cuda – hem li gor şertên herêmî û hem jî li gor hiqûqa navxweyî û navdewletî- ji rastîya Kurdistanek serbixwe û yekgirtî nêzîktir e. Rastî û heqîqet çi be divê mirov li gor wê bimeşe.  Dema ku em bi vê rastiyê li meselê dinêrin, Ala Rengîn (Ala Kurdistana Iraqê) di 2005an de di destûra bingehîn a Iraqê de hatiye tomarkirin û Kurdistana Iraqê herêmek federal ya Iraqê ye. Em nikarin bi awayekî qanûnî ala ku li ser navê Dewleta Federa ya Kurdistana Iraqê hatiye tomarkirin, li herêm yan parçeyek din ê Kurdistanê (bêyî ku guhertinekê tê de bikin) bi kar bînin. Divê mirov realîst be. Divê em dev ji hestiyarîyê berdin û bi rastiya xwe re rû bi rûyî hev bibin. Di vî warî de Qibrisa Bakur mînakek zelal e. Qibrisa Bakur êdî parçeyek ji Tirkîyê tê hesêb. Lê ala wê yekser ne wek ya Tirkîyê ye, dîsa hîv û stêrk e lê bi du xetên spî hatiye cudakirin. Qibrisa Bakur nikare heman ala Tirkîyê bi kar bîne çimkî ala Tirkîyê li gor qanûnên navxweyî û navdewletî li ser Tirkîyê hatiye tescîlkirin û alîyek din bêyî guhertinekê nikare heman alê bi kar bîne.

Wek min li jor jî got, Ala Rengîn, di 2005an de li ser Kurdistana Federal a Iraqê hatiye tescîlkirin û beşek din ê Kurdistanê (wek li Rojava) nikare bi fermî wek ala bi kar bîne. Yan divê guhertinekê di Ala Rengîn de bike (meselen li şûna rojê du rojan bineqişîne) yan jî divê alek cuda bi kar bîne. Ev ji bo Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî wilo ye. Heger sibê dusibê Kurdên Rojhilat wek Başûr bibin federal, dîsa ewê nikaribin Ala Rengîn bi kar bînin. Yan divê guhertinekê tê de çêbikin (wek li şûna 1 rojê 3 roj) yan jî divê alayek cuda bi kar bînin.

Îro Ala Rengîn, ango ala ku ji alî Rêxistina Xoybûn û Îhsan Nûrî Paşa ve li ser Çiyayê Araratê hatibû hildan, ne al û sembola Kurdistanek serbixwe ye (ji ber Kurdistanek yekgirtî û serbixwe tuneye) lê bûye al û sembola Kurdistana Iraqê ya Federal. Hildana Ala Rengîn tenê Kurdistana Başûr, ango tenê temsîla Kurdên Kurdistana Başûr dike.

Wek hûn zanin, Şaredarê Enqerê Mansûr Yavaş ê CHPî berî çendakê heqaret li Alaya Kurdistanê kir û ew wek paçik, wek potik bi nav kir. Serokê Baroya Wanê Av. Sinan Özaraz, ji bo dozê li Mansûr Yavaş veke, bang li Serokwezîrê Kurdistana Başûr Mesrûr Barzanî kir da ku wekaletê bide wî. Wekaleta vekirina doza alê.

Gelo kesî ji we meraq kir bê Av. Sinan Özaraz, çima wekalet ji Mesrûr Barzanî xwest?

Ji ber Ala Rengîn li ser Kurdistana Başûr hatiye tecsîlkirin û Av. Sinan Özaraz bê wekalet nikare xwedî li wê alê derkeve û dozê li Mansûr Yavaş veke.

Ji ver vê yekê Av. Sinan Özaraz, wek xwedîyê alê wekalet ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwest.

Bi kurt û Kurmancî tiştê ez dixwazim bêjim ev e:

Em xwe nexapînin. Her çiqasî di dilê her Kurdê welatperwer de Ala Rengîn sembol û temsîla hemû Kurdan û Kurdistanek yekgirtî bike jî, rastî cuda ye û ne wek me ye. Bi xwedîlêderketina Ala Rengîn, bi hildana wê, bi pîrozî û pîrozkirina wê, em ne li Kurdistanek yekgirtî û serbixwe, lê li Kurdistana Iraqê xwedî derdikevin. Alayek yekgirtî nîşan û sembola welatekî yekgirtî û serbixwe ye. Li gor ku Kurdistanek yekgirtî û serbixwe tuneye, mafê tu kesî jî tuneye ku li Bakur, li Rojhilat û Rojava heman alê ( Kurdistana Başûr) li ser parçê din ferz bike. Hilbijartina alê girêdayî hilbijartin û daxwaza gel e. Û gel bi referandûmekê kîjan alê ji xwe re bike ala netewî yan ala xwe, ew al ji bo me pîroz e û hûn sax…

About The Author