Pişo Mihemed
Xîret ne tenê di pozê mirovan de ye, gelek heywan û ajal jî xwedî xîret in. Tenê mirov li ber xwe nadin, heywan jî ji bo nekevin destê xwedî yan neyarê xwe li ber xwe didin. Ji bo neyên girtin carna direvin, carna jî bi poş û qiloçan xwe diparêzin.
Li gundê Sımaqê (Erimlî) yê Amedê, di meha Kanûna par de golikê ku ji embarê revîyabû, bi ser ku 5 meh in li mêrgên derdora gund digere jî, hê nehatiye girtin. Golikê min û wek ji keroşkê (kîvroşkê) xurttir û ji tajî jî bezatir e. Gundî muxtarê gund dikin û nakin nikarin golikê tekoşer bigirin û golikê min û we jî bi dûrişma (Golik, Jîyan, Azadî) li ber xwe dide û radest nabe.
Li ser bextê nûçegihanê Amîda News ê Serhat Yetût be, dibêjin ji ber gundî nikarin golik bigirin, hawara xwe gihandine muxtarê gund Alî Kaya û muxtar jî hawara xwe gihandiye Şaredarîya Amedê. Dibêjin Şaredarîya Amedê jî çaresek ji girtina golikê anarşîst re nedîtiye û wê jî hawara xwe gihandiye Artêşa Dewleta Tirkîyê. Li gor fitne û esrarkêşên kolanên Xançepekê dibêjin, xwedêgiravî di nav Artêşa Dewleta Tirk û golikê me de mizakere hatiye destpêkirin û di navbera wan de qasidên aştîyê dest bi çûn û hatine kirine.
Dîsa li gor eroînfiroş û qaçaxçîyên Kantona Licê dibêjin, dibêjin golikê me bi paradîgmayek nû nêzîkî mizakere û hewldanên aştîyê dibe, lê bê qeyd û şert xwe radest nake. Li gor paradîgmaya golikê me, heta maf û heq û hiqûqê golikên Kurdistanê di zagon û makzagonên Tirkîyê de pesend nebe, ewê rev û berxwedana xwe bidomîne û heger hat û neçar ma, ewê wek endamên Jakûzayên Japonyayê xwe harakîrî bike.
Ez serê we neêşînim, golikê gundê Şimaqê ji siyasetmedar û serokên me yên îro bi xîrettir derketiye. Ji bo radest nebe geh direve, geh bi poş û lotikan li ber xwe dide û bi sloganên Golik, Jîyan, Azadî tekoşînek bêhempa didomîne. Siyasetmedar û rêvebirên me jî ji serdan û çûn û hatina ba hev, ji beşdarîya şîn û şahîyên hev, ji daxuyanîyên şermezarîyê û belavkirina wêneyan pê ve maşallah tu cewher û qudretek wan nemaye.
Berxwedan jîyan e!
Xançepek
Erebên qûnreş ji nav HSD direvin
Miletê ne milet
Dergevanên Bakurî û bêdengîya li hember paradîgmaya Başûrîyan