Erebên qûnreş ji nav HSD direvin

 Bavê Cengo

Belê, çîroka „Bratîya Gelan“ bi lotika Erebên qûnreş carek din derew derket û eşkere bû ku „Bratîta Gelan„ çîrok û çîvanok e, ji bo xapandina Kurdan e û divê Kurdên xwelîser dev ji vê quzilqurta „Bratîya Gelên Qûnde„ berdin.  Ji bo Kurd dev ji nasnama xwe ya Kurdistanî berdin, bi salan çîroka Bratîya Gelan wek qijnikên qûna dewaran bi Kurdan ve zeliqandin. Çep bi çîroka Bratîya Gelan û oldar jî bi çîvanoka Bratîya Ummetê di devê Kurdan de mîztin û hîna jî dimîzin. Ji ber Kurd xwe nas nakin û biaqil nabin, xelk jî wan ji xwe re dikin kurtanê kerê û li wan siwar tên.

Axir…

Çavkanîyên Sûrîyê û sîxurên Lotikxanê yên li Hesekê radigihînin ku Erebên qûnreş yên di nava Hêzên Sûrîyeya Pirdemokratîl ji nav refê HSD firar dikin û dikevin nav refên artêşa Sûrîyê.

Sîxurên Lotikxanê bi 19 telaqên jinberdanê sûnd dixwin û dibêjin ku bi dehan endamên Hêzên Sûriyeya Pirdemokratîk (HSD) bi hemû alavên xwe derbasî herêma Serê Kanîyê bûne û tev li artêşa Sûrîyê bûne. Li Tel Temer a Bakurê Hesekê û li Meyadîn a Rojhilatê Sûrîyê çend şervan û komên Ereb ji nav refên HSD revîyane û lotikek Erebkî li HSD û Kurdan xistine.

Ez serê we neêşînim kezebno, hinek dibêjin şervanên Ereb „ji ber zilm û zora HSD (leşkerîya bi darê zorê) direvin, hinek dibêjin „na wele qûna wan duxre ji ber wê direvin„, hinek jî dibêjin „şeytanqûnî bûne û direvin„.

Lê çi dibe bela bibe, ji ber çi sedemê direvin bela birevin, reva wan dupat dike ku çîrokên Bratîya Xelk û Ummetê vir û derew e û roja ku ew xelkên dolheram fersenda xwe bibînin, wê ji pêş û paş li Kurdan siwar bibin.

Naxwe bimre „Bratîya Gelan„ û bijî „Bratîya Kurdan„ û hûn sax!

 

Qamişlo

About The Author