Cemîl Cewher

Kurdên Bakur bi saxî mirine, bi saxî kujtine. Lam û cîm ji vê re tuneye. Hebûna çend kom û partîyên  “jiçapketî ûbê cewher” rastîya mirina Kurdên Bakur venaşêre. PKK û serokatîya wê, partîyên Kurd yên li derveyî PKK,  partîyên sîstema dewleta Tirk, wek ku  bi hev re şêwir û mişêwir kiribin, wek ku xizmeta heman armanc û stratejîyê kiribin, di teslîmîyet û asîmîlekirina Kurdên Bakur de bi ser ketin û gîhan armanca xwe. Di vê teslîmîyetê de her çiqasî erk û rola PKK û Ocalan sereke be jî, rol, bêdengî û tiralîya partîyên din jî xizmet ji heman armancê re kiriye û rûn li ser nanê siyaseta dewletê kiriye. Û zêdebûna ser kezebê jî bêdengî, berjewendî, hest û helwesta PDK û Barzanîyan e. PDK û Barzanîyên ku demek dirêj di çavên Kurdên Bakur de wek xweda û pêxemberan bûn, îro ji ber berjewendî û têkilîyên siyasî û aborî, ji bo paraztina destkeftîyên Hewlêrê û gelek sedemên din, çavên xwe ji mirina Kurdên Bakur re girtine û digirin. Bi piştgirîya bang û paradîgmaya Ocalan ( navê teslîmîyetê kirina modernîte û paradîgmaya nû) heman xizmetê ji heman navendê re dikin û dibin şirîkê mirin û teslîmîyeta Kurdên Bakur. Bi vê yekê çarenûsa Kurdan dixin destê  yekî wek Ocalan û bi qedera Kurdan dilîzin.

Masî ji serê xwe genî dibe. Gava serok û rêberên miletekî xirabe û kurmî bin, helbet wê qedera wî miletî jî mirin û têkçûn be. Heger tu kesên mikurker, tirsonek, egoist, narsîst û xizmetkarên dagîrkerên xwe bikî serok û serkêşên xwe, çi bê serê te tu misteheq î. Heger qapax û beroş rizyayî bin, tu pelûlek lezîz ji beroşê dernakeve.  Xuyaye em Kurdên Bakur misteheqê her tiştî ne. Em qedera xwe bi destê xwe dinivîsin û ew jî teslîmîyet, asîmîlasyon û mirina bi saxî ye.  Heger wek Kurdekî zindî tu serok û rêberên ku mafên çandî jî di nav de, tiştekî ji Kurdan re nexwazin ji xwe re bikî serok û rêber, wê nikilê te jî her tim di nava gû de be.

Îro rewşa me Kurdên Bakur û siyasetmedarên me ev e. Ji ber ku wan serok û rêberan, dewlet û partîyên wê em Kurd baş nas kirine, dizanin bê qumaşê me çi mal e, wek zarokên şîre bi me dilîzin û şivantîya me dikin. Kesên Tirk, Ereb, Ermenî û xêrnexwazên miletê Kurd dikin serok û berdevkên me û wek kerîyê pez berê me didin tehtebeş û xiramên herifî.  Kemalîst û çepên sosyalfaşîst bûne aqilmend û şêwirmendên me. Kesên ku kes nizane bezê bin guhê bavê wan ji ku ye bûne parêzer û mafparêzên me.  Çima? Ji ber ku Kurd li meydanê tunene, partî û serokên wêrek, siyasetmedarên xwedî feraset, gunikreşên çar weqî, canfedayên wek Şêx Saîd, Seyid Riza, Alîşêr, Alîşan, Xalid Begê Cibrî, Ihsan Nûrî, Nûrî dersimî, Koçero û bi sedan lehengên mina wan îro di nava me de tunene. Îro tenê serokên mukirker û teslîmbûyî, siyasetmedarên wek nanê sêlê durû û Kurdên kerr û lal û kor hene. Partîyên bûne eşîr û terîqetên siyasî, serok bûne şêx û civaka Kurd jî bûye sofî mirîdên mala şêx.

Wek dibêjin, em Kurd bi vê qûşê nagihên Mûşê. Ji niha de em di nîvê rê de teqinî ne. Kurd winda dibin, Kurdî winda dibe, Kurdayetî winda dibe, Kurdistan winda dibe, û em bi saxî xistine gora sar.

Ez serê we neêşînim, gorbihuşt Ehmedê xanê belasebeb negotiye Ey miletê bê milet, heta tu nebî milet, tu nabî dewlet„.

Em nebûne milet. Û xuyaye bi vî aqil û bi vê hişmendîyê em tucarî nebin milet û dewlet jî…

 

Hewlêr

 

About The Author