Keçika Sêrtî, pesnê zirbavê xwe da

 

Ehmed Beyan

Ji bo Kurd doza mafên xwe nekin, ji bo nebin xwedîyê statuyekê û ji bo ji dewleta Romê veneqetin, çi ji destê Kemalîstên Tirk, Ereb û Kemalîstên Kurd tên, dikin. Rastên wan, çepên wan, misilman û  demokratên wan, qûnek û qûndeyên wan, heta bi mişk û pisîkên dewleta Romê jî bi heman hest û hişmendîyê û ji bo heman armancê dixebitin. Di serî de Ocalan û gelek ji mirîdên wî, di serî de Kemalîstên ku hevserokatî û serkêşîya DEMê û dezgehên girêdayî wê dikin, bi heman hest û hişmendîyê, dîsa jib o heman armancê dixebitin. Armanca asîmîlekirin û Tirkkirina Kurdan. Armanca Tirkîyeyîbûn û dijminatîya xeta Kurdistanîbûnê.

Yek ji wan qeyûmên dewleta Romê, qeyûma ku bi salan e li ser ked û xwîna Kurdan û li ser navê wan di meclîsa Romê de lotikên çeqilmastkî davêje, keçika Sêrtî Perwîn Bûldan e.  Qeyûmên dewletê yên wek S. S Onder, Perwîn Bûldan, Ertûgrûl Kurkçu, Tulay Hatimogullari, Tûncer Bakirhan, Sezaî Temellî, Sirri Sakik, Cengîz Çandar û bi dehan qeyûmên din,  bi meh û salan e ku bûne (kirine) serkêş, şivan û berdevkên miletê Kurd û heta îro bi qender serê derzîyekê tiştekî berbiçav ji Kurdan re nexwestine. Erka wan tenê ev e ku Kurdan bi dewleta Romê ve pîne bikin, Kurdan bi dewletê ve bizeliqînin, Kurdan bi çîroka bratîya Kurd û Tirkan di xew re bibin û hest û hişmendîya wan ya Kurd û Kurdistanîbûnê pûç bikin. Herî dawî bi banga Ocalan re ev yek zelaltir bû û Kemalîzm ji Kurdan re kirin qible.

Seroka me ya sererd Perwîn Bûldan, li Romayê di konferansekê de ewqas pesnê Kemalo û Kemalîzmê da. Got ku Kemalê kor û Ismetê kerr Kurd li kêleka xwe ragirtine û ew wek sombolên bratîya Kurd û Tirkan nîşan dan. Heçê nizanibe jî wê bêje qey Kemalo ne qesas û kujerê serê Kurdan e û melayîketekî xwedê ye. Kemalê kor û Ismetê kerr li Dersim, Koçgirî, Zîlan û Agirîyê bi sedhezaran Kurd dan kujtin. Îro jî neyartîya herî mezin a li dijî Kurdan di bin sîya Kemalîzmê de tê kirin. Lê qeyûmên wek Perwîn Bûldan û serokên wê bi salan e hewl didin ku Kemalîzmê bi Kurdan şîrîn bikin û Kurdan carek din bikin aşiqê celladên xwe.

Werhasilî kelam, gava pisîk ne li mal be mişk Evdirehman e. Gava Kurd û qaşo partîyên Kurdistanî  xwe wek xiltên binê erdê veşêrin û xemsarê doza miletê xwe bin, wê qeyûmên siyasî û Kemalîstên wek Perwîn Bûldan jî bibin Evdirehman û şivantîya Kurdên xwelîser bikin wesselam.

Enqere

About The Author