Li bajarê Cûlemêrgê mala Hecî Fethî xwedî pez, erd, zozan û dewaran bûn. Ehmê Hecî Fedhî jî li gund bi çinîna giya, xwedîkirin pez ü çûna zozanan heta 60 salîya xwe mijûl dibe. Kêm caran dihat Cûlemêrgê. Bajarên din jî dema çûbû eskerîyê dîtibûn. Lê dema ?erê çekdarî dest pê kir, Tirkan be?ek erdê wan bi awayekî ji wan û gundîyên wan kirîn û tabûra eskerîyê lê danîn.
Pi?tî danîna tabûrê, Apoyîyan xwe kirin nav pez û nêzîkî tabûrê bûn û dan ber arpîçan. Li ser wê bûyerê, Tirkan jî pezê gund hemi bi teyaran gulebaran kir.
Gundê wan û gundên derdorê hemi bi zorê ji gundan derxistin. Ehmê jî mecbûr ma, gund terikand û hat Cûlemêrgê.
Lê hinek zarok û brazîyên wî û brayê wî yê mezin çûn li Îzmîre cîhwar bûn.
Ehmê jî rojekê diçe Îzmîrê serdana wan. Li îzmîrê zarok rojekê wî digirin dibin ku li bajêr bigerînin. Dema di sûka Îzmîrê de digerin, mirovek dike qîrîn û dibêje: “ Werin dewê taze, dewê zozanan” û her diqîre.
Ehmê hema li dewfiroj vedigere û dibê: “ Kuro kîrquz de, ne ez ji Çîyare?kê ji ber dew revîya me kurê kerê!”
Ziko ziko chi tê de
Keriyek nanê hishk tê de
Tasek dewê tirsh tê de
Di zaroktiyê de dema diya me dew bi me dida xwarin me wisa digot. Xwezî bi wan rojan. Niha em bûne hesretê tasek dew. Dîn û har bûne, pey zerînê Ewropayî ketine. Bimre kartol!
Bijî dew!
wileh min daw difrot li Diyarbekrê ana ez Eraqê difroshim û wek meroveki serxwesh ez dibinim ku daw brê Iraqê ye HHHHH