Gulbarîna Berdanê Mêrdînî, ji bo xwe ji cejnê re amade bike bernameyek taybet ki?and û dîmenên li jêr derketin holê.
Me xwest çend wêneyên li ser facebookê hatine we?andin bi xwendevanên Lotikxanê re parve bikin.
De fermo û binêrin bê ekîba Gulbarîn çawa totlanî hev bûye!
Ev wêne ne bê ?îrove ne! Heçê bixwaze dikare ?îrove bike, lê li gor edebê!
Berdan e, neberdan e nasnakim, lê min ji van wêneyan pê derxist ku ew bi eslê xwe ne Kurd e. Xwedê dizane yan „Kurdbûyiyek“ Asûrî ye, yan Mihelmî ye, yan jî ji civaka birayên me yên mitirb ên Kurdistanê ye.
Heger bi eslê xwe Kurd ba, dilê wî dest nedida heqaretê li Kurdan bike, wan wekî ûltra-fashîstên Romiyan pêshkêsh bike.
Binêrin van dîmenan nîjadperestên Tirkan di qada navneteweyî de wekî dîmenên civaka Kurd didin servîskirin. Di wan de jî birûyên mirovan hevgirtî didin, li vir jî. Hûn ê bêjin gelo ev tesadûf e?
Kê ker e nizanim, li ji Kurdan ker kêm derdikevin. Nabêjim waweylê TRT 6 ji xwe ya dijmin e ûww. Na. Lê min ev Berdan, Serdan e chi ye, bash nas kir.
Li parêzgehên me yên Mêrdîn, Eskenderûn, Mêrsîn, Sêrt, Dîlok û Rihayê gelek „kurdbûyî“ hene û bi pîvazekê jî Kurdîtiyê difiroshin, lewra karakterê Kurdbûyînê bi wan re nîne. Kêfdariya Ereban, psîkopatiya Romiyan û bêestetîkiya Qerechiyan bi vana re heye. Fîzîkî jî nashibin Kurdan.
Ji Neboyê Faro Re
Kardashim te Jî zêde çirandî ye.Ma qey te navika wan birî ye? Tu dibeje ne Kurd in hi?
Ma qey Kurd çawa ne?Ka beje da ku em jî bizanibin.
Ev min fahm nekir çima ewqasî zora qûna birayê me yî Neboyê Faro çûye. Bi nêrîna wêneyan te çawa ewqas agahî di serê xwe de saz kir, nizanim. Lê Faro efendî, mafê te tune ye ku tu ewqas heqaret li mirovan bikî. Ya din jî, tu çima dev davê Asûrî, Mihelmî û mirtiban? Tu çima wan kêm û biçûk dibîne? Yanî ji bo ku tu Berdan kêm û neba? nî?an bidî, tu Berdan du?ubîne Asûrî, Mihelmî û Mirtiban. Lê vê jibîr neke, Asûrî jî, Mihelmî jî û Mirtib jî wek me ne û ew jî xwedî çand û dîrokek in… Hay ji xwe û gotinên xwe hebe.
Kurd bi hemî rengê xwe xwe?in belê kes bila li kesekî heqaret neke. Hay ji devê xwe û qûna xwe hebe ba?tir e 🙂
A ne kurd u è ne kurd bla bicin Qe§merti bi neteven xwu bikin.veki viè teresbav bo eslè xwu ji nabit.me li §exsiyatiyà ocalmaz u bènamus biloda,da neyartiya kurdiyati diditin.yala her balandè bi refèn xwu baz quni.
Em Kurd ne shorbe ne. Di cherxa dîrokê de gelekan hatine xwe bi me ve girtine, ji mêvanperweriya me sûd wergirtine. Min heqaret li Asûriyan nekir, min bo Qerechiyan jî gotina bira bikaranî.
Lê em ne Asûrî ne, ne Mihelmî û Chîgan in. Em Kurd in. Ev chima bi we hinekan xwesh nehatiye? Chima ewqas berevaniyê dikin û ketine edebiyata qardashlikê? Chima wisa ne?
Hûn jî dizanin Mihelmî her demî bi Romiyan re bûne. Ma derew e? Hûn jî dizanin ku Asûrî ji bera gelên Samî ne û ti elaqeya wan (chi genetîkî, chî chandî) bi me re nîne. Kurd Îranî ne.
Ez metodê zanistiyê bikar tînim. Mirovê ku bi neteweya xwe henekên xwe bike, pichûk bixîne, pê qayîl nebe, ew devshîrme ye, bêkarakter e yan jî dijmin e.
Hûn nizanin Romî bi zimanê Spanî heya Japonî chawa Kurdan resh dikin. Hûn nizanin chawa Kurdan wekî hov didin nîshandan.
Dubare dibêjim, hûn ê rojekê bibîhîsin. Berdan Mêrdînî ne Kurd e. Ew jî wekî Ibrahim Tatliatatürk ji xwe re difiroshe.
Yaw keko dev ji me û xwe berde loo! Kes ji kesî ne kurdtir e. Kurdbûn li ser navê tu kesî jî ne tapo kiriye. Ya din jî herti?tî eletew? fêhm neke. kesên bêkesayet, bi xwe qayîl nabin. Kesên bêkesayet, henekê xwe bi çanda xwe, bi netewa xwe dikin. Ez Farûqê Devliken im û kurdekî ser pozê xwe re me. Bi kurdbûna xwe jî serbilind û ?anaz im. Min tu carî henekê xwe bi xwe, bi çanda xwe nekiriye, ez tiliyên xwe li çavên wan kesên ku henekê xwe bi min û çanda min dikin, dixim. ji bo ?ano û qerf û henekan, çend karakterên komik afirand, çima ewqasî bi te zor hat, nizanim. Em bi ya yên wek we bikin, divê em ti?tekî nekin. Em rûnên û bi darika têkevin nav gûyê xwe. Êdî ji wê ?êwaza xwe ya siyasi û kevneperestî rizgar bibin lo û Ji kerema xwe, vê nîqa?î bi dawî bik…
Li Lotikxanê Konferansa kî Kurd e, kî ne Kurd e dest pê kiriye! Bilezînin û dereng nemînin. Ev Konferans ji çar aliyê dinyayê, ji herkesî re vekiriye. Ez dibêjim bêhna fisa kî bi ser ya kî bikeve ew Kurd e! Ka hûn çi dibêjin?!
Temam, bo xatirê xatiran dawî li polemîkê binîm. Hemmaaa, mirov an Kurd e, yan jî nîne. We ziraviya, kûriya, kevneshopiya van karakterên ku Berdan derxistiye bernameyê fêhm nekiriye. Ez chi bikim..
Helbet shano, shanogerî, ramana azad, kûltûr, mafê mirovan, pîvaz ûêd em jî dizanin. Ez ne dijî wan im.
Temam:
1) Bila di skechên xwe de, Tirk, Tirkan wisa chê bikin ku destên wan bi xwîn e bila navê karakterên xwe jî daynin, Barbar, Hov, Bêchand êww. Bila Tirk jî bi wan bikenin.
2) Bila Alman di shanoyan de navên xwe bikin Hess, Hitler û mirovan bishewitînin, bila Alman jî bi viya bikenin.
Li Tirkiyeyê jî komedî heye û bi rastî jî komediya Tirkan gelek pêshketî ye jî. Lê li xwe û nirxên xwe heqaretê jî nakin.
Timên Cyber ên Tirk di qada navneteweyî de Kurdan bi van tishtan resh dikin. Di ensîklopediyek xwe de, bi navê zarokek Kurd, zarokek Afrîkayê pêshkêsh kiribûn (bi zimanê Îngîlîzî). Ango bila xelk bêjin Kurd ne neteweyek in, ji her berî ne.
Di gelek cihan de bi zimanên biyanî Kurd wiha dane nasandin, „gelek tevlîhev e. Ji dîlên Cihuyan ên ji aliyê Eceman ve hatibûn dîlgirtin, Qerechî û hin bermayiyên Mongolan pêk hatine. Pirranî birûyên wan hevgirtî ne û pirr bi pirc in. Di wan de mêrkujî, zewaca nav xizman, talangerî û kujeriya namûsê pêshketî ye ûww“.
Sher ne tenê bi chekan dibin. Bi komediyê jî dibe. Laz bi pêkenokên Lazan bichûk xistin ku xelkê Laz ji bera xwe hez nekin, zû assîmîle bibin.
Kekê Devliken min shbandiye kemalîstên Kurd. Ev jî shablona wî ye qey. Kê silav da mirov bêje „aha Apocî ye“. Kivshe ye devê wî hîch jî ne bi ken e. Mirovê devken bêha wan fireh in.
Hûn hezkirinê jî nizanin yabo. Mirov ji tishtekê hez bike, nikare wê pichûk bixîne, destûrê nade. Kekê Devliken ji min re bêhnteng e lê bi van heqaretên Berdan re bêhnfireh e. Ev jî hezkirina wî ya xerîb e. Tirk dibêjin „him hezdikim, him lê didim“.
Wele bersiv were mecbûr im ez jî ya xwe bêjim heger berpirsiyarên Lotikistanê aciz bin, bila bêjin em jî ji xwe re herin firaqan bishon.
Ez bi vè tekili danim,bes lotikxanè na wxuazi bersiv bidi.bo ci navni§anà mi didin teres bawen nokeri tirkè teres?ez bawerim destè vè li hinek cianda ciè nermdayi.ya ez §a§ikim?
Keko qey em bi hev nadin fêhm kirin. Ew skêç ne Berdan, min bi xwe nivîsî ye û herwiha min bi xwe tê de lîstiye. Mirov berî ku ti?tekî rexne bike, divê jê haydar be. Tu nizanî naverok û mijar çî ye û tu li ser me girêdidî.
Ya din jî, te bêhemdî xwe hinekî pesnê tirkan daye. Te pesnê wan û komediya wan daye. Nizanim te li wî rêzefilîmê wan ê bi navê „Turk Mali“ tema?e kiriye yan na?
Di wî rêzefilîmî de, bawer im henekê xwe bi çanda me kurdan nake. Te go çi?
Em hemû birayê hev in û divê em bêhna xwe bi hev re fireh bikin.
Ez Devliken im û bila dilê te rehet be. Wek pa?navê xwe jî, tim bi kêf û henek û ken im.
Divê em li ser her mijarê bi hev re nîqa?ê bikin, lê dilê hev nehêlin.
Heger em dilê hev bihêlin, ên din wê çavên hev derxin.
Li gel silavên biratî…
Neboyê Faro Berê herti?ti ez silavan li te dikim û xwelî li serê te dikim. min ?îroveyên te xwend û ez mam ecêm mayî. Çima mam ecêb mayî? ji ber ku êdî ez dizanim ku ni?adperest, kewneperest û netewperestên me jî hene…
welleh bavo ez ne serbilindim ku ez Kurdim heke ez Tirk bûma ezê disa serbilind nebûma ger Amerikayî bûma disa serbilind nedibûm tu netewek sedema serbilinbûnê nine birako. û ez meselê binim li ser Berdan. welleh xorto tu çiqas Kurdî ez nizanim lê ez dizanim ku Berdan çiqas Kurd û Kurdeware. Bi ya min tu jî ji ber netewa xwe serê xwe zêde raneke ger tu serê xwe zêde rakî, kî zana xwêdê nekirî tu jî sibe dispe ne?ibî ereb ecem û tirkan bêlome be bêlome be. û ti?teke dawî…
Tê?tê ku min ji ?îrove ya te fêm kir, te skêçê tema?e nekiriye. Miletê bê kompleks an jî kesên bê kompleks hertim dikarin henekên xwe bi xwebi xwe bikin, ev jî pê?ketina wan ni?an dide. GELO KOMPLEKSEK TE HEYE..?
Em Kurd ji neteweya xwe hez bikin hinekên wekî te ecêb dimînin. Dikevin edebiyata nîjadperestî, biratiya gelan, qardashlixa Tirkan ûêd. Heya bigire hinekê wekî te bi nexweshiya shêrpenceyê jî dikevin (Xwedê ji te dûr bixe).
Te kompleks û refleks tevlîhev kiriye. Ji zanistiyê jî têra xwe par negirtiye. Ajal jî dema rastî xetereyan bên, xwe diparêzin. Refleksên Kurdan nebana, Kurd nedikarîn xwe bipararastan. Binêr, Mongolan, Romayan, Ereb û Tirkan ûrtê chendîn kom, ber û qewman qelandine. Kurd her li ser piyan mane.
Tirk bi Lazan henekên xwe dikirin, Laz wekî gêj nîshan didan, Laz bi xwe jî bi viya dikeniyan. Chi bû? Laz neman, bûn Tirk.
Îro hinek jî bi van pirch û biriyan xwe henekên xwe bi fîzîka Kurdan dikin. Ji me jî dixwazin ku em bi viya bikenin, xwe bichûk bibîninin, ji Kurdbûna xwe fedî bikin, bixwazin bibin Tirk. Mirov dikare heman skechê bêî ku bi fîzîka Kurdan henekên xwe bike jî bilîze. Min rexneya xwe kir naxwazim dubare bikim. Naxwazim polemîkê jî bikim. Mecbûr nînim temashe li TRT 6ê bikim. Herchendî TRT 6 ji Roj TVê bashtir be jî.
Ez mecbûr nînim hez ji Berdan û Serdanan bikim. Ez azad im ku nêrîna xwe bêjim.
Te gotiye tu bi Kurdbûna xwe ne serbilind î, ev jî problema te ye. Ez ên wekî te gelek nas dikim, ji bo nebin Kurd chardeh riyan diceribînin. Geh dibin komûnîst, geh dibin birayên Tirkan, geh dibin peyayê Xwedê. Ango her riyê dizanin lê riya bajêr nizanin. Riya Kurdewariyê.
Ez ne Mihelmî me, ne Tirk im, ne Chîgan im, ne Afganiyên ku wextekê hatibûn Kurdistanê me. Ne Ermenî me, ne jî Mongolbav im. Tenêka Kurd im. Hez dikî here xwe bavêje bin trênê.
Hez dikî, ji qehra xwe meyê vexwe bibe serxwesh. Hez dikî dîn-har be bi cholên Ereban bikeve. Hez dikî here pircha xwe berde henekê xwe bi Kurdan bike. Hez dikî xwe bide ser quchekê bila brûsk li te nede. Chi dikî bikî. Bo xatirê te nikarim xwe sernizm bikim. EZ BI KURDBÛNA XWE SERBILIND IM.
Ji Xwedayê jorîn re sed sipasdar im ku ez Kurd afirandime. Ez navê 12 pîrbavên xwe dizanim. Ango bavê bavê bavê…. xwe. Here ji xwe re bi yekê din re bikeve pêshbirka keviravêjê.
Kurdistan ne ew welat e ku kê ji xwe re xwest were tê de ashê xwe bigerîne. Kes jî bila xwe nexapîne. Em bi bingeh û serpêhatiya her malbatek Kurdistanî jî dizanin.
Chi bû ev yabo!? Protesto dikim heya sala din van chaxan TRT 6ê temashe nakim. Ev bû kara karê.
min digot pî?tî ku Kurdistan avabû ezê li rehetiya xwe binêrim lê sed mixabin ?er qedera min de heye. Pi?tî ku Kurdistanek serbixwe ava bû wê ?erê min kesên wek te ve berdewam bike
Der her lo min jî got qey fikr û nêrîneke te heye, ewqas nivîsî. Here bi Kurdan re sher bike, ji te tê chendan jî bikûje. Em bi milyonan in, xilas nabin. Te jî xwe bi du gotinan da dest ku hebûna Kurdan te nexwesh xistiye. Sed poshman im ku xwe kir hevalê te.
Tu nikarî bi Kurdbûna xwe serilind bî, sebebê jî tu dizanî. serbilindiya Kurdan sernizmiya te ye, te bi xwe got.
Ji terîqata Lotikxaneyê lêborînê dixwazim. Heger ev AX ê bêax ji min re dijûan nede, êdî di vê rêzikê de nanivîsînim. Camêro 90 hezar cerdevan sibeyê heya êvarê chi g.xwarine ku 90 hezar û yek bike. Ji Mistoyê Kor re jî silavên min bêje, ew min dinase.