Doh êvarî ez çûm serdana kek Necatî Tank. Me bi hev re cigarek erase kê?a.
Wî got” Keko ez diçim cîhekî, dixwazim ku tu jî bi min re bê”.
Rabû em çûn cîhekî haho, haho, haho çi binerim! Vaye 14-15 Kurdên dost û heval ku her yekî bi kêmanî 30 salên xwe di xebata Kurdewarî de bi awayek kadirî borandine, girîlê çêdikin. Her yek ji alîyê xwe de wek mê?ên hingiv karekî dike. Hinek seletê çêdikin, hinek go?t sor dikin, hinek destexanê/sifrê datînin.
Axir em rûni?tin, bi alîyekî kêyf, henek, pêkenok û serpêhatî, ji alîyekî ney, saz, kilam û govend heta seet 11 ê ?evê domand. Birastî ?evek gelek xwe? bû û min bixwe gelek kêf jê girt, sitres avêt û enerjî depo kir.
Êêêêhhhhh, ma ez jî wek sîxurê Lotikxanê qet wan henek û serpêhatîyan direvînim? Min guhên xwe bel kirin, ew serpêhatî û henek qeyd kirin û ezê hebo hebo ragihînim we xwendevanên Lotikxanê. Yek ji wan serpêhatîyan a Mehmûd bû. Çawa ji devê wî derketîye ezê wisa ragihînim we.
Berî bist salan Mehmûd bi çend hevalan re ji bajarê Kolnê diçe Berlînê. Civanê wan û hevalên Berlînê ewe ku Mehmûd û hevalên pê re ji bahnhofa (gara trênê) Berlînê hildin.
Mehmût û hevalên xwe li Berlîn rê winda dikin û dixwazin ji hinekan rê bipirsin. Di rê de keçikek 14-15 salî, delal û xwe?kok, porzer û berketî li wan rast tê. Mehmûd wisa bawer dike ku keçik Alman e û ji keçikê re dibê:
“APO ÇÛÇKÊ TE BIXWE, WO ÎST BAHNHOFF – Bahnhof li ku ye?”
Qey hûn nabêjin keçik Kurd e û ji Mehmûd re dibêje:
“ APO ÇIMA GÛYÊ MIN NAXWE, GRADE AUS “sererast here”
Îcar tembîya min li we be qurban. Gava we rê winda kir û pirsa rê ji hinekan kir, bi zimanê xwe karibin. Yan na, bi ellawekîl wê wek keçika li Berlînê gellek ti?tên din jî bi we bidin xwarin. Ji min gotin…
Di dawîyê de gelek spasîyên xwe li wan braderên ku keda wan di vê girîlê de derbazbûyî û yên li wir amade bûyî dikim. Hîvîdarim wê ev çalakîyên wan berdewam bin û me jî vexwînin ku em jî ji wan henek û serpêhatîyên wan sûdê bigirin û ragihînin xwendevanên Lotikxanê, xizîneya henek û pêkenokên Kurdî pê dewlemendtir bikin.
Almanya
Bavê Ronahî bi xwedê te gelek melzeme berhev kirî ye ji wir 🙂 Wey dilê te sax be, ez hindî kenîm zarok jî b min dikenin 🙂 Li gel silav û rêz
Narê narê hoy narê
Apo chichkê te xwarê
Te behsa min kiriye haho. Xwedê nizanim chima em jî porzer û chavshîn afirandine. Ma chi nehatiye serê me… Ne li Ewropa, li kambaxa bajarên Tirkan.
Ne ji Tirkan, ji Kurdan min chi kishandiye, Xwedê dizane.
Em zebeshan vala dikin, ji kamyonê. Kekê me yê Rihayî him zebeshan davêje him jî ji min re dijûnan dide „ha bigire te kiro Tirko“.. Yek du, min dît ji min re dibêje. Min jî got „de bide kerooo“. Pashê lêborîna xwe xwest. Qey hûn ê bêjin hema Tirk porzer in.
Di klûbeya telefonê de di rêzê de me. Du Kurd ketine klûbeyê dernakevin, diaxivin ha diaxivin. Ê naaxive ji yê diaxive re dibêje „kuro zû bike, kîrquzê pash me di rêzê de ye“. Wî jî li min nêrî got „Az biraz sabret kîrquz“. Min jî got „de tisht nabe, kîrxwarno“. Wan jî lêborîna xwe xwestin.
Bi sedan wiha serpêhatiyên min hene… Bi Xwedê carnan êdî nayê kishandin..
Lawo ma di Kurdan de mirovên porzer jî gelek in. Ma hema eshîra Goyî ya li Bashûrê Kurdistanê dijîn, tevayî porzer-chavshîn in.
Bêî henek, wextekê min difikirî ku ez li rojnameyên me li ser vê babetê nivîsaran binivîsînim, xelkê me hishyar bikim. Lê rojnameyên me pozbilind in, gotin ez apolîtîk difikirim. Camêrno pirriya ku slogan avêtine, ji wan wertir e, siyaset mirîdî ye…
Bijî berxwedana Kurdên porzer-chavshîn! Aha ev jî slogana me be:)