Ti polîtîkayê AKP ê di derbara çareseriya pirsa Kurd a tuneye, tenê di çerçewa peyaman de ye. Di rew?a îro de ne AKP dixwaze pirsa Kurd çarser bike, ne hêza wê û ne jî cesareta wê heyedi serî de Kurdê di nav AKPê de nerazîbûna xwe bînin ser zimên. AKP bi rengê xweyî îro bixwaze nexwaze nikare sînorê îdeolojîya Kemalîzmê derbas bike. Heger di dilê wê de çend guhertinên piçûk hebin jî, evê te nê ji bo çavseyandina dewletên Ewrûpî û bêdengkirina Kurdan be. Yan na, ewê tucarî di çareserkirina pirsa milletê Kurd de nebe xwedî helwest û çareserîyên bingehîn nexwaze.BDP ji AKP zêdetir çareserîya pirsa Kurd dixwaze? BDP jî di siyaseta xwe de xeletîyên mezin dike û dike nake nikare xwe ji qalibê siyaseta Îmralîyê rizgar bike. Çawa ku di nava PKK de duserî, sêserîtî û fikrên cuda hene, herweha di nava BDP de jî duserîtî û fikrên cuda hene. Hebûna van hêl û fikrên cuda, dihêle ku BDP jî wek PKK, KCK xwe bi paraztina Ocalan li ser lingan bihêle û nikaribe siyasetek serbixwe bime?îne. Çawa ku Ocalan xerca nava PKK, KCK ye, herweha bûye xerca nav BDP jî û ji ber vê jî BDP doza daxwazên marjînal, ti?tên piçûk dike.BDP ne partîyek Kurd e û divê ji hola siyasetê bê rakirin? Li gor dîtina min na. PKK, KCKê pirsa Kurd çareser bike. Ji ber vê ye ku temamê partî û dezgehên Tirkiyê dixwazin di tunekirina PKK, KCKê de pi?tgiriya AKP bikin. Ev hesabek xeter e. Ma ku AKP di tunekirina PKK, KCKê de biserkeve, wê pirsa Kurd ji holê rabe?.
Di vê pirsê de temamê terefa hemfikirin ku, PKK, KCK ji holê ranebe. Erê dibe ku hinekî ji taqat bê xistin, lê tunekirina wê hem ji dewletê re û hem jî ji Kurdan re ziyanek mezin be. Raste ku PKK, KCK bi daxwazên xwe yên marjînal û piçûk daxwazên bi milyonan Kurdên bakur nayne cîh, nayne ser zimên. Lê tunebûna alternatîfek din, parçebûn û jihevdeketina hêzên ji derveyî PKK, KCK, Kurdên bakur mecbûr dike ku ba? xerab xwe li dora PKK, KCK û BDPê bidin hev û kêm be jî serî ji daxwazên wê re bitewînin. Gelo ku PKK, KCK ji holê rabe, wê rêxistin û partîyên din yên ji derveyî PKK, KCKê (ku tev jî marjînal bûne û ji federasyonê wêdetir ti?tekî ji PKK, KCK zêdetir ji dewletê naxwazin) karibin xwe bidin ser hev û alternatîfekê li himber dewketê damezrînin? Bawer nakim. Heta ku PKK hêza herî xurt be û di ?erê çekdarî de xwedî gotin be, wê PKK, KCK û partîyên ku li dûv wê bên, alternatîf bin. Qenc xerab, em bixwazin nexwazin, kêfa me jê re bê neyê, rastî nayê ve?artin.PKK, KCK îro partîya herî xurt û alternatîf herî mezin a tevgera bakurê Kurdistanê ye. Heger em xeletî, kêmasî û siyaseta wê deynin alîyekî, gava em bi mejiyekî gelemperî û netewparêzî li meselê binerin, emê bibînin ku PKK, KCK bi daxwazên xwe yên xelet, bi siyaseta xwe ya girêdayî Îmralîyê, bi xwestekên xwe yên ku li dij berjewendîyên netewa Kurd in, dîsa jî partîyek Kurd e û bi milyonan Kurd ra û dengên xwe didin wê. Gava em di vê çarçewê de lê binerin, emê bibînin ku BDP sirf ji bo ku partîyek Kurd e dibe hedefa dewletê û AKP. Û ji ber vê ye jî ku Kurd destekê xwe didin PKK, KCK. Helbet Kurd zanin ku PKK, KCK daxwazên ne li rê û piçûk ji dewletê dike, lê dîsa Kurd zanin ku alternatîfa herî xerab jî ji tunebûna bêalternatîfîyê çêtire. PKK, KCK altertîfa bakurê Kurdistanê ye û bi xeletî û kêmasîyên xwe Kurd lê xwedî derdikevin, divê PKK, KCK jî di zanebûna mezinatîya xwe de be û li gora vê mezinatîyê tev bigere. Çi PKK, KCK dibe û çi BDP dibe, divê wek partîyên alternatîf û xwedî gotin, mezinatîya xwe nî?an bidin, di zanebûna erka xwe de bin û wek birayê mezin li hêzên derveyî xwe binerin. Heger birastî PKK û BDP xwe wek berdevk û nûnerê doza Kurdên bakur dibînin, divê demokrasîya ku ji Tirkiyê re dixwazin, giringîya ku didin hevkarîya hêzên çep ên Tirkiyê, divê di serî de vê demokrasîyê ji Kurdên bakur, ji hêz û tevgerên ji derveyî xwe re bixwazin û li yekîtî û hevkarîya navxweyî bigerin. Ango; divê PKK, KCK û BDP hêzên Kurd yên ji derveyî xwe pi?tguh nekin, înkara wan nekin û hewl bidin ku di çarçeweya berjewendîyên netewî de fikir û ramanê wan bigre
, wan li hev ragirin û xwe ji her hêz û dezgeha Kurd re bikin nimûne. Ji alîyê din, divê dem û dezgehên Kurd, rêxistin û partîyên ku ji derveyî
Heger li gora van dîtinên jorîn em bên ser mijara
Îro li Tirkiyê pir giringe ku Kurd karibin xwe di rojevê de bihêlin. Di vê dema ku
Hûn çi dibêjin?
Kesê di navxwada ne demoqrat bê, cewa karê demoqrasiyê bi parêzê.???
„..emê bibînin ku PKK, KCK bi daxwazên xwe yên xelet, bi siyaseta xwe ya girêdayî Îmralîyê,..“
Dema ku mirov di parastina doza Kurd û Kurdistanê da, bi $êwekî ba$ perwerde nebe, rew$a xa/xwe wusa dibe. Hezar mixabin.!
Ka binêrin rêzdar Nuretin çelik nivîsarên xa yên berê da bo Ocalan çi gotîye, naha jî dixaze em pi$tgirîyê bidin Ocalan.. Ma, gelê Kurd weqas bêrûmete ku pi$tgirîyê bide ERGENEKONê.!
Ma Kurd weqas mirovên gemarin, ku kujerên xa/Kurdan biparêze.!
Ti$tekî din.!
Gelik kes dibêjin, BDP dengê Kurdan yê herî zide distîne, ji bervina jî ew rêxistinek Kurdewar e..hwd.
Gelo dema ku Hîtler bû desthelatdarê Almanyayê, ma dengê karker û gundîyên almanan negirtî bû, lê dîsa jî weki dijminê almanan hatin pejirandin ne wusa.!
Divê dema ku rêxistinek, an jî dewletek tê nirxandin, ne ku pi$tgirê wan tên nirxandin, divê bê zanîn ku, rêbaza wê rêxistinê/dewletê (rêveberên rêxistinan-navend) tê nirxandin.
Piranîya pi$tgirê rêxistinê cepvan yê tirkan Kurd in. Ji bervina ji gelo em dikarin bibêjin ew rêxistinên ERGENEKON Kurdewar in.!?
Dirij nekim, nirxên/pîvanên Kurdewarî (iro) ew in;
1-Parastina desthelatîya Kurdistanê
2-Bilindkirina Alaya Kurdistanê
3-Pejirandina Nex$eya Kurdistanê.