Kurdên bakur pir alîkarîya Kurdên ba?ûr kirin. Çi di dema Mistefa Barzanî de, çi di dema Qiyada Muweqed de, çi di dema destpêkirina ?erê 1975an de û heta îro jî Kurdên bakur ji Kurdên ba?ûr re texsîr nekirine, bi can û malê xwe fedakarî ji wan re kirine û dikin. Helbet divê meriv ked û fedakarîya Kurdên rojava jî ji bîr neke. Wan jî li gora hêza xwe xwedî li ?ore?a ba?ûr derketin, derdikevin û wê derkevin jî.
Werhasil, mesela me li ser kongra PDK û xelata Barzanîyê nemir bû.
Li ser bextê fitne û fesadan be, li gora saloxdanên sîxurên me yên di nava PDK de, dibêjin serok Mesûd Barzanî, di axavtina kongra 13. de bi qencî behsa xebat û fedakarîya Kurdên bakur kiriye, wefadarî kiriye û ji bo keda Kurdên bakur jî “Madalya Mistefa Barzanî” daye siyasetmedarê Kurd Derwê?ê Sado.
Helbet ev ciyê ?anazî û kêfxwe?îyê ye. Lê xelat têr nake kaka. Madem hûn bi alîkarî û fedakarîya Kurdên bakur hatin van rojan û bûn nîvdewlet, divê hûn bi her awayî xwedî li Kurdên bakur derkevin û wan bi tenê nehêlin canekem. Haaaa, Kurdên rojava jî ji bîr nekin kaka, carekê Madalya Barzanî bidin wan rebenan jî. Ji bîr nekin, we hindik mirî?k û elokên wan nexwarin, hûn hindik carî di malên wan de ranezan.
Werhasilî kelam, Kurdên bakur bûn xwedîyê Madalya Serok Mistefa Barzanî. Bi xêr û selamet, wê di pê?erojê de Kurdên rojava û Partî Demokratî Lotikxane jî wê xelatê bistîne…
Zaxo
PDK herdem xwedî li endam û alîgirên xwe derketiye û nî?andaye bi rastî ew Kurdistaniye! Ev ne girêday bakûr û ba?ûra ye cigerim…
Bila Kurdên bakûr kêrî xwe werin ew 20 milyonin… Dê were vê ecebê 20 milyon daxwaza alîkariyê ji 5 milyona dikin….
Pîrozbahiyê li Derwê?ê Sedo dikim neviyê Bi?arê Çeto qesabê serê eskerê Tirkoy…