Li ser bextê cilkêtçî û esrarfiro?ên Amedê be, dibêjin Amedîyên me ji bo vekirina Otêla Hîltonê lotikvana çiryayî û diryayî Parîs hîlton dawetî Amedê kirine. Hinek dibêjin „Wê dilê me nehêle û bê Amedê“ û hinek jî dibêjin „Na welle wê pozbilindîyê bike û nayê“ filan û bêvan.
Welhasil, pi?tî nûçeyên li ser hatin û nehatina Parîs xanimê, me xwe bi rêya emaîlê gihand lotikvana agirpêketî û tenûrgerm Parîs Hîlton û me jê pirsî:
„Parîs xanim, weyla em bi qurbana çiçikên te bûnê, gelo rast e tê bê Amedê?“
Xanimê eynen ev bersiv daye me:
„Lotikvanino, hatina min ne sedî sed e. Ji ber ku min nav û dengê „pêxwas, cilêtçî û esrarkê?ên Amedê pir bihîstiye, ez newêrim serdana Amedê bikim. Ez ditirsim pêxwasên Amedê min birevînin serê çiyê û ti?tên nedîtî bînin serê min, kiras û binkirasên min biçirînin. Lê ku Lotikxane bibe kefîl û min biparêze, ez karim ji bo hatinê bifikirim“ û kefaletî ji me xwestiye.
Lotikxane û kefaletî kuro!?
Keçê hey Amedîyan tenûra te germ kirê, ma em rebenê xwedê ji ku karin te ji destê pêxwas, cilêtçî û esrarkê?an biparêzin keçko! Ma tanq û topên me hene em te biparêzin, waweylê! Bela serok û bevserok te biparêzin xanimê, wî!
Ez serê we neê?înim, hatina Parîs xanimê ne kif? e gelî Amedîno.
Belasebeb neçin ser berberan û xwe tira? nekin, kêfa xwe neynin. Em bela? kefaletîya kesekî nakin qurban. Heger hûn dixwazin em bibin kefîl û Parîs xanim bê Amedê destê xwe di ser serê we re bibe û çend derpîyên xwe diyarî we bike, çewalek nîsk ji Lotikxanê re bi?înin. Yan na, em kefaletîyê nakin ellawekîl..
Amed
Aha welle xwedê shahidê min e, ji zu va ye ku ez li jineke din ya agirpêketî digerim. ìcar xwedê da min u hew birê min. Ka ez carekê bi van simbêlên mîlîtankî wê bidim ber lotikên bergîlkî u filan u bêvan qerdashim. Pishtî ku xwedê da min, helbet dê tishtekî bichuk jî bide we lo.
av cya az nive quze ta bexum amin