Serokê me yê ku niha li girava Granadayê girtî û hêsîr e, di hevpeyvîna xwe ya di malpera Avestakurd e de gotibû „Lotikxane ji gelek kesan re, ji nif?ê nû re bû îlhamek, bû deriyek. Lotikxane we?ana xwe rawestîne jî, ez bawerim wê hinek rabin û bidin dû ?opa Lotikxanê û malperên wek wê têxin jiyanê“.
?ikir ji xwedê re, êdî Lotikxane ne bi tenê ye, berhem û fêkîyên xwe dan.
Kekê me Evdila Koçer malpera www. nukurd.com vekir û kêfa me anî. Ji bo pi?tgirîya wê jî, me doh çend nûçe û nivîs ji malperê girtin û ew nivîs li gor ?êwe û zimanê xwe we?andin. (bi ser ku wan jî nivîsa Rotînda, Îkram û Mele Selîm ji Azadîya Welat girtibûn).
Îro malpera Nûkurd Lotikxane kiriye man?eta xwe û gotiye „Lotikxane 4 nivîs ji me girtine“ û kêfa xwe anîye. Her bijîn xebatkarên Nûkurd ê. Kêfa we kêfa me, serketina we serketina me ye jî qurban.
Bi kurt û Kurmancî, em kekê xwe Evdila Koçer, xebatkarên malperê û www.nûkurd.com ê pîroz dikin, ji wan re serketinê dixwazin.
Her bijîn!
Lotikxane
Ê welle bi dîn u îman kêfa min di qirika min da ma babam. Law oxlim ew chi malpereke berdîberdayî ye. wîîî. Bi rastî, yê derewan dike, bila xwedê wî bike nêremok babam. Law malpera me ya nu tam wek mapereke bazara qerechiyan e. Ew chi tevlihevî ye, ew chi rengên tewsho-mewsho ne cîgerlerim, weylooo. Bawer bikin min di kêm malperan da ewqas bê îstîqrariya dîzaynî u rengan dîtiye yabo. Yaw heyran ma we qet dinê nedîtiye. Aha xwedê shahîdê min e law, heger ez carek din jî ketim vê malpera berdîberdayî, bila her char jinên min ji min berdayî bin kuro.
Wîîî, ew chi malper e anêêê. Yaw di nav jiyana me mishkên herî qerase da jî serubiniyeke welê sîstematîk tune ha. Ellawekîl camêr ha ha ketine xwîna rengan, hemu rengên sererd u binerd qetîl kirine ellaxîme kîtabime.
Bîsmîlla bîsmîlla, bila ji min dur bisekine jî chi dikin bila bikin, heger xwastine bila Konfedealizma Partiya Rengên Heyî u Tuneyî ava bikin, waweylêêê.
Eman bila nukurd-buna wê serê wê malperê bixe lo.
Yaw Mislim Girses baba jî nikanî ewqas bike shorbe u morbe.
Wey bavooooo, welle jî bille jî dîzayna cîgerim nukurd.com’ê tirr ji mîmariya dîjîtal berdaye ellawekîl. Ev chi nav e qurban? Him jî dibêjin mêro ketine duv shopên nu u filan u fistix haaa.
Na babam na, spas jibo vê tirrê yaw. Welle heyatim Lotikxane ji bo min bes e, him jî bi têra xwe nermik u germik e, wîîîîî.
Wey xweliya resh li ser serê me be bavooo.
Cîgerim, heyatim u gulim Evdile Kocher, yaw bi serê memikên xaltîka Fatê u sayin bashqanê me yê li girava Granada-yê be, welle te tirr ji Kochertiya xwe berdaye u hew dînime îmanime.
Ew chi malper e yabo qurban.
Babam, ma hun jî wek shêran ultra-sor dibînin, waweylêêêêêêêê!
Min jî digot Kocher-ê me lawê beranan e lo ;-).