Li ba?ûrê Kurdistanê gel serî hildaye, doza edalet, demokrasî, netewbûnê dike, em Kurmancîaxêv wan dikin xulamok û lîstokên dijminan, ?aba?ayan ji desthilatdarên xwe re didin û tif dikin serhildêrên ku dengê xwe bilind kirine.
Nûçeya Silêmaniyê belav bû nebû, wey li wî ku zû destê xwe bavêje pênûsa xwe û binivîse:
”Lîstika dijmina ye!”
”Fitne û fesadiya cîrana ye!”
“Xezeb li we bû ye? Ma derdê we çi ye?”
“Ma hûn nizanin ku hê Kurdistan têra xwe azad nebûye?”
Lotikvana jî ji ku?tî-birîndaran re digotin: “qenc û xwe? li we kirin!”, “ser û lingan jî bibirin kaka!”.
Werhasil, banga nivîskarên Kurmancîaxêv ji gelê me yê ba?ûr re ev e:
Dengê xwe nekin! Çavên xwe bigrin!
Ev çi hal e babam?
Ez nizanim ne ez tew? im ne heval û hogirên min yên lotikvan? Ev heyveke ez li we guhdarî dikim û dixwînim. Ka ez jî ya xwe bêjim û hûn biryarê bidin bê ez neheq im yan lotikvanên ku doza bêdengiyê dikin?
Rew?a ba?ûr pi?tî 20 salên azad wiha ye:
– Pê?merge, îstixbarat, asayî?, huqûq, maliye, polîs… tev duserî ne. Ev jî ne girêdayî hukûmetê, lê girêdayî partiya ne.
– Bi sedan dezgeh û bi sedhezaran karmendên partiyan hene.
– Serokê partiya duyemîn nikare biçe Hewlêr yan Duhokê.
– Talabanî hem serokê Îraqê, hem jî serokê YNKê ye. Barzanî hem serokê Herêma Kurdistanê, hem jî serokê PDKê ye. Ê çawa dikarin bêalî bin? Law, xwarzê, birazî û pismam her yek li ser kursiyek ”layîq” rûni?tiye.
– Gendelî, bêkarî, bertîlxwerî berdewam e.
– Rê, av, ceyran, nexwe?xane ne bi rêk û pêk in.
– Hinek bi milyonan xeriqî ne û hinek jî ji nebûnê xeniqî ne.
Ev 20 sal in gelê me yê ba?ûrê Kurdistanê her got: ”De hê nû ye, welatê me ye, xem nîne, ev dem hesas e, ka vê carê jî em dengê xwe nakin…”. Ê yabo salek, du, sê xelk çiriya û dawîya dawî bero? fûriya. Hew îdare kirin wey!
Xortên ku li ba?ûrê Kurdistanê li dijî vê niheqiyê serî hildane doza çi dikin gelo?
Doza artê?ek netewî, pê?mergeyek netewî, parastinek netewî, îstixbaratek netewî, maliyeyek netewî, parvekirina wekhev, a?kerekina budçê…
Gelo ev daxwaz li gorî dilê Kurdan yan dijminê Kurda ne? Eger ev daxwaz pêk bên ji vê Kurd yan dijminê Kurd wê sûdê wergirin?
Helbet Kurd!
Kî berdewamiya duserîtiyê û hikûmetek lawaz dixwaze?
Dijminên Kurd!
Ê naxwe mesela nivîskarên me yên Kurmancîaxêv çi ye?
Dema ku serok û partiyên me Kurdên bakur çewtiyekê dikin, em bi qurmikê zimanê wan digrin û bi tundî li hember wan derdikevin. Lê ji bo partî û hêzên ba?ûr, nivîskarên bakur li çepkan dixin, dikevin serê govendê û ?ûr dihejînin.
Ma rew?enbîrî ev e kakacan?
Ma em Kurmancîaxêv zirnevanê mala Xelo û Celo ne? Bê ku em ji nêzîk ve li meselê binêrin, hema yeko-derbo em aliyekî digrin û aliyê din gunehkar dikin.
Wezîfa nivîskar, rojnamevan û rew?enbîrên Kurdistanî destnî?ankirina kêmasî û ?a?iyên hêzên Kurdistanê ye, ne ku wan li hev sor bikin û ji desthilatdaran re tilîliyan bik?înin. Gel û welat bi dadwerî, demokrasî, pirdengî û pirrengîyê pê?dikevin, ne bi gotinên “bimre” û “bijî”.
Belê lotikvanino, gotina min ev bû. Vêca hûn biryarê bidin! Gelo yê ?a? û xerehayî ez im, yan heval û hogirên min yên lotikvan in?
Welle yê xerab ez im qerdashim.
Bi serê xaltîka me Fatê ya mirî be, kî li kê siyar dibe, bila xwadê jî li wî siyar be u xelas, waweylêêê.
Birayê hêja, mebesta me ne dijberî û alozkirina rew?a Kurdên ba?ûr e. Helbet em jî dixwazin têbigihîjin bê li wir çi diqewime û aloziya niha çi menfeatê dide kurdan. Ev mesele ji zûde rojevê mijûl dike û hewcehî bi nirxandin û ravekirinê heye. Mafê her kurdekî dilxwaz û hestiyarê gelê xwe heye ku li ser mijarê boçûna xwe derbire. Lewra mesele ne mesela kurmancîaxêv û soranîaxêvan e. Mesela me hemûyan e û helbet emê li ser xelkê xwe û welatê xwe biê?in.
Daxwazên hemwelatiyên Kurdistanê wek te di nivîsa xwe de jî qal kiriye daxwazên rewa ne û bi hêvî û armanca sazkirina rêveberiyek hemdemî û mirovhêz e. Lê wek tu jî dizanî xwepê?andanên bi tundiyê hatine xemilandin tu karî nadin û zêdetir xisar û ziyanê didin welat. Ez li pi?t nivîsa xwe ya navborî me û bi hêvî me ku wê soranekan û goranekanên me rêya xwestina mafên xwe biguherînin û Kurd jî be?darî konjonktora dawî ya welatên ereb nebin. Kerkuk heger dilê Kurdistanê be, bila niha ji bo lêdana dilê xwe têbiko?in. Ligel rêz û silavan…
Birayê Kurdo,
Di tevahiya medya kurmancî de mirov leqayî nirxandinên yekalî tê ku ji rastiya ba?ûr dûr in. Nivîsa bi navê „Kurdno, malnemîratno….“ mirov dikare bêje dîtina gishtî ya piraniya capemeniya kurmancî ye ku bi zimanekî herî fesîh hatiye nivîsandin. Ji bo ku weke nivîseke li hemberî ti malperên din neyê dîtin min piraniya mînakên xwe ji nivîsên ku di Lotikxanê de di heqê heman mijarê de hatibûn wehsandin anîn.
Bi vê nivîsê hêvî û bendewariya min ew e ku berya em nirxandinan bikin û hukm bidin em pirsgirêkê fêhm bikin û li herdu aliyan guhdarî bikin.
Xezeb li zarokên gel nebûye ku derdikevin meydana û rihê xwe dikin xeterê.
Silavên biratî
Hewlêr: Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragehand ku bi pêwist dizanin hikûmet daxwazên xelkê qebûl bike û wan cîbicîh bike. Barzanî doh di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Xwepê?andana a?tiyane mafekî xwezayî yê xelkê Kurdistanê ye û divê hikûmet daxwaziyên rewa yên xelkê qebûl bike, lê ya nexwe? ew e di van xwepê?andanan de alozî derket ku bibe sedema rew?a aram a Kurdistanê têk bide.’’
Derbarê bûyerên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê de jî Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Roja înê ligel serkirdayetiya YNKê bi mebesta çavdêriya pê?hate û ge?edanên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê da ji nêzîk ve bi?opînin me odeyeke operasyonan a taybet danî. Hêzên pê?merge jî di amadeba?iyê de bûn, wezîrê pê?merge jî serdana Kerkûkê kir. Ev amadeba?iya han bo rûbirûbûna her pê?hateyekê bû ku li van navçeyan were pê?. Herwiha cihê kêfxwe?iyê ye ku pê?merge û hikûmeta herêmê pir cidî bûn da nehêlin rew?a Kerkûk û navçeyên hatine veqetandin têk biçe.’’
Li ser civîna navbera YNKê û Tevgera Goran de jî Barzanî nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Her civîn û rûni?tineke bo aramkirina rew?a Silêmaniyê bê kirin, em ê tê de be?dar bibin û berê ji aliyê YNKê ve ji me re hatibû gotin ku ligel Tevgera Goran dicivin. Beyannameya doh a YNKê jî têr dike bo wêya nî?an bide peywendiyên navbera YNK û PDKê stratejîk in.’’
Nêçîrvan Barzanî, ?ahî û pi?tgiriya Hewlêrê di roja înê (25.02.2011) de bi awayekî ba? wesif kir û wiha pêde çû: ‘’Serkirdayetiya PDKê sipasiya xelkê Hewlêrê dike, wan îspat kir ku dixwazin aramî hebe. Em hêvîdar in ew aramiya han bo bajarên din bi taybetî jî bajarê Silêmaniyê vegere. Herwiha sipasiya xelkê Dihokê jî dikim ku wan jî bi festîvaleke xwe? aramiya bajêr îspat kirin. Evna peyamek bû bo wan hemû kesên ku dixwestin rew?a aram ya Kurdistanê têk bidin.’’
Derbarê rola kanalên ragehandinê de jî di rew?êm wiha de Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Dezgahên ragehandinê divê bi awayekî zêde berpirsyar tevbigerin, bi taybetî di vê rew?a niha ya Kurdistanê de. Pêwist e rastiyê bighînin xelkê û nabe xelkê bixin tevgerê da rew?ê têk bidin. Mixabin em dibînin hinek dezgahên ragehandinê wî karî dikin û bi baweriya min ew ne karekî rast e.
kurdino em kurd hineke rebenin u teqlitcine ji em gelek caran xwe ji di xapinin. u hineke ji muridin . tu dibe qez me her car besen welat kirine yek me teda zaningeh u burc ava hi ava kirine . xwendevan ji her car aliyen cihan ten cem me dixwinin em bune pesengen zanist u pesve cune.em wa eris hev dikin hun bi xwedeken ka ji bo pesketina kurdistan. ci munaqese hene. hema yeki sere xwe rake em ji weki leyistoka dijminan bi navdikin yanji em nizamen hene her tiste weki pasve roti nisan dinin. em hineke rastiyen xwe li ber cavan bigrin em dijminatiya nava kurdan kurnekin kurda li ber cavan hev res nekin.kurdino
Di mesa Kerkukêda erebê qun res, xîsk li ser meda 140 danîbun.Ger ji bo wan erebê qun resbê, gerek em kurd ne kevin mesada u kefa dijmin newênin.
ji bo her bîr u behwerîye hurmet.
win sex