Mêrê bi hezar mêrî, gunikre?ê sosyolog, mêrê dê û jinên Tirkên nîjadperest, canfedayê doza Kurd û Kurdistanê xalê me Îsmaîl Be?îkçî, dîsa raserî xezeba dadwerên Tirk hat û rêya zindanê jê re xuya bû.
Çima ku xalê me Be?îkçî di kovara “Çagimizda Hukuk ve Toplum” de nivîsek li ser mafê Kurdan û serxwebûna Kurdistanê nivîsandibû, dadgeha cezayên giran a Stenbolê rabû ser tapanan, kef bi devê dozger û dadwerên Tirk ket û tam salek û 3 meh ceze li xalê me Be?îkçî birrî.
Lê hûn kê ditirsînin oxlim? Ma hûn karin ?êrekî wek Îsmaîl Be?îkçî bi salek û 3 mehan bitirsînin min di we kirino?
Be?îkçî yê ku jiyana xwe di ber Kurdan de di heps û zindanan de buhurand, wê ji vê lotika we bitirse? Hehey, tiiiiirrrrrrrrrrrr li bin qûna we! Be?îkçî yê ku heta niha santîmek tawîz ji dîtin û helwesta xwe nedaye û li ser gotinên xwe maye, ji îro û pêde jî hesabê we û zindanên we bi kîrê xwe nake ellawekîl.
Salek û 3 meh kuro!
Xalê me bi deh salan di zindanê de raza û negot “çîz”, îcar salek û 3 meh ha. Kuro ma xalê me Be?îkçî zilamê salek û 3 meha ye ewladim? Bi sê telaqan xalê me hesabê 10 sal û 100 salan jî nake ha, wî! Ma xalê me wek hinekan tirsonek e oxlim!?
Axir, xwedê bela xwe bide dozger û dadwerên dewleta virqo rebbî..
Xwedê ahê Îsmaîl Be?îkçî ji wan re nehêle…
Ma pirsgirêka Kurda bi Serê te sekin ye..lawwwwwwwwwwwwwww..
de li mala xwe rune bese,,
Bi hêvîya zêdetir demokrasîyê Xalê Be?îkçî diayên me bi te re ne.
Ez carna ji xwe re dibêjim, ji tirka mirov dernakevin. Her wiha Yaçlin Kûçik û nizanim çi sayan se têne bîra min. Lê ji aliyê din ve Mamoste I. Be?iki tê bîra min , vêca ez dibêjim welleh bi serê we be, yek jî bê xuya dike ku ji tirkan jî mirov derdikevin.