Pênc hezar gul
bûn pênc hezar kefen,
pênc hezar kefen
…bûn pênc hezar darbest…
li goristana pê?waziya barana re? dikir!
Baran dibarî,
mirin mirin dibarî!
Baran dibarî,
nalîn û qîrînê dayîkan
sînorê dengê xwezayî
derbas dikirin!
Lê, yezdan bê deng!
Xak xemgîn!
Însan bê deng!
Û dilê min dibû pênc hezar feriyad
ji HELEBÇE re?girêdanê re!..
Demhat Dêrikî
4 thoughts on “HELEBÇE”
Schreibe einen Kommentar
Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.
Helebçeya ?ehîd ji bîr nekein !
Helebçeya ?ehîd ji bîr nekein ! Di dîroka miletê kurd da îro rojeke re? e. Li ba?ûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê ji asîmanan da jahrî barandin ser kurdan û zar û zêçên wan.
Di 16-ê adara 1988-an da balafirên ?er yên rejîma Seddam Hisên bombeyên kîmyawî… barandin ser bajarê Helebçeyê. Di nava çend deqîqeyan da li Helebçeyê 5 hezar însan bi jahriyê mirin û bi hezaran jî kor û seqet bûn. Helebçe weke bajar kavil bû.
Ji ber ku ev qetlîama li hember miletekî bêpi?t û bêxwedî hatibû kirin, loma jî cîhanê di serî da xwe kerr û lal kir û tu reaksiyon nî?an neda. Ne Neteweyên Yekbûyî, ne Yekïtiya Ewrûpayê û ne jî dewleteke din li hember vê jenosîda li hemberî miletê kurd ti?tek negot û midaxele nekir.
Ji xwe heger ne çen d rismên hin rojnamevan û ajansa Îranê bûya kessî mezinbûna qetlîamê nedidît û fêm jjî nedikir. Rejîma Saddam Husênê, di nabêna salên 1986-1988-an da li hemberî kurdan bi navê ”enfalê” operasyoneke valakirina Kurdistanê da destpêkirin.
Bi van êrî?ên dirinde armanc ew bû ku Kurdistanê ji kurdan vala bike û di dewsa wan da ereban bicî bike. Bi taybetî jî li hin bajarên weke Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Mûsilê û hin herêmên din, rejîmê bi êrî?ên ”enfalê” dixwest kurdan ji kok da ji wan herêman paqij bike.
Di van êrî?ên ”enfalê” da bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin û ?ewitandin, bi dehhezaran kesên siwîl bi darê zorê ji bajar, gund, erd û avên wan hatin bidûrxistin û bi hezaran kes jî bi girseyî hatin qetilkirin, gelek kes bi saxî hatin gorkirin. Heta nuha gelek dehan gorrên komelî hatine dîtin. Hîn wê rojê li Kerkûkê gorreke komelî ya 3000 kes tê da ji alî pê?mergeyan ve hate dîtin.
Pi?tî Hîro?îmayê ev cara pê?î bû ku li bajarekî bi çekên kîmyawî di yek carê da 5-6 hezar însan hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî seqet man. Herçiqas rejîma Seddam nemabe û be?ekî qatilan cezayê xwe dîtibin jî, lê li Îraqê kesên ku îdeolojî û siyaseta Seddam diparêzin hîn pir in. Van hêzên nîjadperest ji dîrokê û ji qetlîamên Seddam ders negirtine, loma jî li hember miletê kurd hîn eynî siyaseta nîjadperest ya qedandina kurdan diparêzin û xeyal dikin.
Di her fersendê da li kurdan gefan dixwin û dixwazin mafên ku kurdan bi xwîna dehhezaran ?ehîd bidest xistine pa?da bigrin û kurdan dîsa bikin bindest. Van hêzên ereb yên beesî û ?ovenîst hîn naxwazin axa kurdan, bajarên wan pa?da bidin. Yanî bi kurtî li ba?ûrê Kurdistanê tahlûkeya li hember kurdan hîn bi temamï ji ortê ranebûye.
Li hember van dijminên hundur û der tenê sîleheke kurdan heye, ew jî hevkarî û yekîtiya wan e. Heger kurd bi hev nekevin û vê hevkariya xwe bidomînin ewê biser kevin, kes nikane desthilata wan têk bibe. Bi hêviya ku careke din miletê kurd trajediyeke wek ya Helebçeyê nebîne…
Zinarê Xamo
?“Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e…
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar… li me ferman e… li min ay… ax birîndarê we me, li min oy…“
….
em bejna xwe leber sehide HALEBCE u hemmu sehinden di riya azadiya KURDISTAN da sehit ketine di tevinin, biji kurd u kurdistan
Raxme xwedaye d?lowan l? wan be,c?he tewe cennet be,?ehide me roniya riya mene.