Demsal havîn e, du Kurd bi trimpêlê ji Bursayê dihatin.
Cemîlo got “ Kuro law te me ji birçîya kujt, malneket ka li cîhekî vês (mole) bide em zikê xwe têrkin lo”.
Kamilo got “ Erê, em ji bajarê ser rê ji qesab go?t bîstînin; menqalê vêxin wek pîknîk(ge?t) nan bixwin herî ba?tir dibe “.
Ji qesab go?t kirîn, ji marketê rejî (komir) kirîn û bi rê ketin wê li ser kanîyekê ge?ta xwe bikin.
Li kêleka rê li ser kanîyekê sekinîn, ji bo go?t pijandinê menqel vêxistin.
Cemîlo got “ Law ez bimîzim nav karê ku tu dikî, ka xwê? Bê xwê go?t çawa tê xwarin ? “
Kamilo got “ Biborîn, wele min xwê ji bîr kir, ezê biçim xwê bînim. Waye yek bi duçerxe(bisiklet) ber bi me tê; ku silav da lê tu silava wî negrî ha “.
Cemîlo got “ Law merû çawa silavê nagre? Li me ferz e ku em silavê bigrin “.
Kamilo got “ De êdî tu zanî, ferz merz ku tu bigrî wê ew kes were bibe hevparê go?tê me, tu çi gûyî dixwî bixwe lo “ û çû xwê bîne werhasil…
Ev mesela me û Kemalîsta ye. Bi serê seyda, bi zordarîya ba?qanên ser erd û bin erd me silava wan dolheraman girt cardin hatin bûn pardarên me ! Kî çi dibê bila bibê, ez tu carî silava wan kujtaran hilnadim, bila ji min dûr nêzî wan bin û li hev bimbarek bin …
Na yabo .ji viè pèwa ez,è bejim §alom.mi nùha te gehistim.ez bawerim LOTIKXANE berxwedanek dijwar da. hatina ve,yi ji bursayè sersaran u sercawen kurdiyati .ba§i li yalova bè qeymaqam ma.
Elba min mist, tisî benist,min bi silava tirko da mist.