Karsazekî Kurd Cemal bi trimpêla xwe diçû Îzmîrê, nêzî Manîsayê konê qereçîyan (mirtiv) hebûn. Hespên qereçîyan ji ni?kêve derketin serê rê û trimpêl li hespan qelibî, canîyek (kurik) mir. Qaporte û tampona trimpêlê jî pelixî û xesar dît.
Qereçî bi komî dor li Cemal girtin, bû galgala wan û gotin: “ Ma tu korî, te çawa canîya me kujt ? “
Cemal got: “ Ne sûcê mine heyran, we çima hespên xwe beredayî hî?tin ? Hûn çima lê nebûn xwedî, hat li trimpêla min xist û gelek xesar dayê “.
Qereçîyan got: “ Qe xwe mafdar dernexe, tuyê cilma canîyê me bidî”.
Cemal got: “ Bi xwedê ez tu ti?tek nadim û va ez telefonî polîs dikim hûnê xesara min bidin”.
Cemal û qereçîyan bi seatan ?er kirin, minaqe?e kirin tu ti?tek bi serê hev nexistin werhasil.
Pîrekek qereçî got: “ Law em mirtiv in tu ji me bêtir mirtivî lo, de here xwedê bela te bide “
Di encama hilbijartinê de dîyar bû ku partîyên Tirkoleran û yên dixwazin bibin parçeyekî Tirkoleran, ?erê mirtivî li dar dixin, ne makzagona bingehîn diguhere û ne jî mafê Kurdan tê dayîn. Yek ji yê din bêtir mirtive û lîstok berdewame werhasilî kelam. Îcar wê ?erê herdu alîyên mirtiv li ku bisekine xwedê zane…
Kurdistan
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!