Mesela mela û kerê wî

Rojekê Mela Mesredîn ji destê kerê xwe pir qehirî bû û bi dar ketibû canê kerê reben, dikota û lêdixist.

Wê demê camêrek rastî mela hat u gotê: “Hey bê insaf, zalim! Ma ev heywanê bê zar û ziman ne gunehe tu lêdixî?”

Mela di bersiva wî de got: “Bibore, min nezanî ku ev ji hêla xizim û kesên te ye, naxwe min lê nedixist.”

Îcar em Kurd wek kerê jî ne xwedî kes û xizim in. Ji alîyekî Tirk, ji alîyekî Îran û ji alîyê din Sûrî ha ha li me dixin, lê kesek nîne ku bêjin: „Hey bê insaf, zalim kurên zalima! Ma ne guneh e hûn li van insanên reben dixin ha“ û bidin bin dûvên wan.

Lê dibêjin xwedê kerîm û rehîm e, piştî tengayê firehî ye. Her wê rojekê hinek xwedî insaf li me jî xwedî derkevin..

Ûrmîya

Rojhilatê Kurdistanê

About The Author