Wê rojê pismamê min hecî Hisên, di Fisbokê de got: „Ma tu dixwazi ez mesela Şemo ji te re bêjim?“
Min go de bêje pismam.
Û dest pê kir…
-Xalê me Şemoyê mitirb (li Nisêbînê ye, bi xwe hunermend e, li kemançê, zirnê û daholê jî dixe) karikekê (çêlîka bizinê) ji xwe re dikire û li hewşa xwe xwedî dike. Hebûn û nebûna wî ew karik e, wek zaroka malê lê dinere û kêfa wî pir ji karika wî re tê.
-Êêêêê, dûvre?
– Rojekê serê sibê xalê me Şemo radibe li hewşê li karika xwe digere nagere karik tune, diz ketine hewşê û karik dizîne. Agir bi nava Şemoyê me dikeve, ewqasî li ber karika xwe dikeve go nayê gotin.
– Weledddd, û dûvre?
– Hinek heval û cîranên wî diçin hal û mesela karikê û Şemo ji şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan re dibêjin. Ayşe xanim jî dixwaze kampanyekê ji bo kirîna karikek nuh bide destpêkirin. Şemoyê me vê dibihîze. Şemo vê kampanyê qebûl nake û dibê „Ez naxwazim pereyên şaredarîyê ji bo berjewendîyên xwe xerc bikim, ev ne layiqî min e cîgerim“ û alîkarîya şaredarîyê qebûl nake.
-Êêêêê, piştre?
-Min ji Şemo re gotiye „Ezê ji pismamê xwe re bêjim, bela di Lotikxanê de kampanyakê ji bo kirîna karikê ji bo te bidin destpêkirin“. Bi şeref hûn di Lotikxanê de kampanya venekin, ezê li cem xalê me Şemo rencîde bibim û hew karim derkevim nam koma mitirban.
Werhasilî kelam, mesela xalê me Şemo (ku hevalê min ê taxê ye û me gellek rojên xweş jî bi hev re derbas kiriye) ev e gelî lotikvanan. Dizên malxirab karika wî dizîne, Şemo bê karik maye û muhtacî karikekê ye. Heçê perên wî hebin yan karikek wî ya zêde hebe, bela bi xêra dê û bavê xwe alîkarîya xalê me Şemo bike. Yan na, heke xalê me Şemo ji kerbê karika xwe nexweş bikeve û xwe „harakîrî“ bike, sebeb hûn in ellawekîl…
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Lotikên xweş, pêşketinên baş