Du malbatên Kurdên Êrîvanê ji hev dixeyîdin. Di navberê de dem û dewran derbas dibin, kurê yekî ji wan di qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest dide. Gelek camêrên xêrxwaz dixwazin bi vê minasebetê dilmayîna herdu malbatan ji holê rakin, lewre diçin ba camêrê din û dibên:
-Kurê filan kesî wefat kir. Were tazîyê, ev firseteke ji bo rabûna vê dilmayînê. Li ba me Kurmancan dibêjin “ Dema mirî dimirin, xeber dibirin.”
Gelek kes tên û diçin lê nikarin wî bibin behîyê.
Dawîyê kesek rihspî û xwedî qedir diçe cem û jêre dibê: “ Tu bo çi naçî serxweşîyê ?Kurê wî xortek baş û nestêle bû.“
Ew jî dibê :
– Raste kurê wî xortek baş bû. Lê bavê wî mirovek xirab e û ez qet jê hez nakim. Qisûrê nenêre. Heke kurê te ba, ezê hatibama, lê kurê wî ye ez nayêm.
Îcar mesela me li ser qedr û qîmet bû. Mixabin êdî ne qedr di nava me Kurdan de maye û ne jî qîmet û rêz û hurnet. Wisa li serê civata Kurd anîne ku nayê gotin.
De xwedê ji xêrnexwazan re nehêle rebbî….
Rojava têk here Bakur û Başûr jî têk diçe. Rojhilat bê aqûbet dimîne.
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr