Kurê Esed, bibûrin! Kurê zerafê, ne ji heywanan û ne jî ji insanan fêr dibe. Îca yan mejî di serê wî de tuneye û yan jî xwedê ji diya wî stendiye û bergîlên Liciyan li dora wê didin zîtirk û lotikan.
       Şêr, gur û rovî bi hev re li nêçîrekê digeriyan, ê ji xwe wê şêr nêçîrê bigre ha! Hersê li dor nêçîrê civiyan, şêr ji gur re got: Rabe vê nêçîrê li me par veke!
Gurê hov jî rabû goştê nêçîrê kir sê beşê wek hev. Ê law ma para şêr û rovî wek hev e? Hema şêr yek nekir dido û tepek bê-îman li nav guhên gur xist û ew di nav çiravê de veziland û ji rovî re got: Hela ez te bibînim bê tê çawa li me parve bikî!
Rovî jî rabû, çi gepa xweş û nerm danî ber şêr û hestî û mestîyên rût ji xwe û gur re hiştin. Şêr li rovî nerî û gotê: Erê tu ji ku fêr bûyî wilo parve bikî Rovî? Rovî li gur nerî û li şêr vegerand: Welleh şêrê min ji terya nav çiravê fêr bûm!
       Sedam Husên ku xwe dikir serokê netewa Ereb û boxê beranan, ew ji qulê kişandin û ben di qirikê de şidandin. Serokê Tûnisê bêhnçikandî reviya û li pişt xwe jî nemeyzand. Husni Terezan xistin zindanê û li ser textê mirinê wî tînin û dibin û li mahkemê zîtirkên qerase lê dixin! Qezafî, ku xwe kiribû melekê Efriqyayê û rêberê hemû Ereban, ew jî ji qula karêzê derxistin û bi agirê dojehê şa kirin!
Ê law ma ev bêbavê kurê kerê (haşî kera welleh), ji van hemiyan ders wernegirt? Îcar gelo wê wî ji çi qul û qulikan derxînin, wê çi lotik li qûna wî kevin, incax xwedê zanibe.
De heta wê gavê,  sed kum û şifqên serokên Ereboşkan bêxwedî dimînin!
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!