De ji xwe re li vê dêlika Kurd binerin û bifikirin. Li bajarê Sêwasê, dêlikek Kurd dev ji kudik û çêlîkên xwe berdaye û du berxikên mîhên malîyek Tirk dimijîne. Berxikên ku dêya wan terka wan kiriye û belkî jî ji dolek heram in, birçî bûne û ketine bin dêlika Kurd, çiçikên wê dimijin û têr şîr dixwin. Û dêlika me jî weke ku tiştek nebûbe, herdu berxikan dimijîne, wek çêlîkên xwe li wan dinere.
Aha rewşa me Kurdan ev e ha gelî xwendevanan.
Hûn dev ji serok û siyasetmedarên me berdin, nexweşîya bratî û mirovperwerîyê bi heywanên me jî ketiye û xwelîya heft gundan bi serê me de barîyaye. Serok û siyasetmedarên ku her tiştên pîroz kirin bi qurbana bratîya Kurd û Tirkan û tirr ji Kurd û Kurdayetîyê berdan, mîkrop û vîrûsên xwe berdan heywanên me jî û va dêlika me jî li şûna çêlîkên xwe berxikên xelkê dimijîne, wan ji mirinê xilas dike.
Werhasilî kelam, baş li helwesta vê dêlikê binerin û rewşa me Kurdan bînin ber çavên xwe. Heke fîlmek ji fîlmên Hollywoodê dirêjtir û watedartir nehat ber çavên we, bizanin ku ez bi tiştekî nizanim û xelas….
Sêwas
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!