Li nava dost û yaran
Belê gelî xwendevanên Lotikxanê, ew gotin ji stranek gelêrîn e ku piranîya me ji devê hunermend Fatê bihîstîye. Piştî çil û pênc rojên erdhejê, ez jî ji Almanya ji bo dîtina dost, yar, heval, xizman û hemwelatîyan hatim vî bajarê dîrokî ya behra bilind. Ez heft rojan di nava kolan, kuçe û taxan de gerîyam, lê mixabin ne min dostek, ne yarek, ne jî hevalek dît.
Erdheja duyem herçend 5.6 pîle bû jî, lê bajar hilweşand. Di bajêr de hinek dever ji % 20, hinek dever jî ji % 100 xusar dîtîne. Piranîya avahîyên xusardîtî jî yên ku ji alîyê koparatîfan de hatibûn avakirin û yên ji ber şerê qirêj ji gundan hatibûn bajêr û derfetên wan yên çêkirina xanîyên muhkemtunebûn.
Vê erdheja duyem xelk gelek çavtirsandî kir, lewre jî kesên derfetên wan heyî ji Wanê ji bo demek kurt jî be ji xanîyên xwe derketin nav xîbetan/konêspî /çadir. Lê ya ji erdhejê xurabtir serma û seqema zivistana Serhedê bû. Zarowan nikarîbûn li hember sermayê li berxwe bidin. Lewre kesên xwedî zarok jin û zarokên xwe şandin bajarên din. Ev serma bû sedemê ji % 70 valabûna bajêr. Ezê berê ji tax û kolana xwe dest pê bikim.
Di tax û kolana me de ji dervayî çend avahîyên ji alîyê koparatîfan avakirî pêve, çi xanî û avahîyan xisar nedîtine. Di kolana me de bi qasî 25 avahîyên 2-3 tebek hene, van avahîyan qet û qet xisar nedîne. Di van avahîyan de kêm- zêde 60 malbat dijîn, lê mixabin ji wan 60 malbatan bi tenê sê zilam mane û yê çaran jî ez im.
Ji wan çar kesan jî, ji min pêve kesek din di xanî de namîne. Ew sê kesên din jî bi hevre di hîbeta ku li ber derîyê min danîne de dimînin. Kolanên din jî kêm –zêde di heman rewşê de nin. Herwekî min got, tiştek bi xanîyên wan nehatiye lê dibên” tirsa qûnê ji ezabê gorê mezintir e.” Camêran gelek tirsiyane û newêrin bikevin xanîyan… Lê piştî ez ketim xênî, hinekî tirsa wan jî şikest û ew jî êdî dikevin xênî, balava xwe dikin û serê xwe dişon, sobên xwe pêdixin û carnan heta dema razanê di xênî de dimînin û dema razanê dîsan dikevin xîbetê.
Di naverojê de mirov çi kesan di kolanên nava taxan de nabîne. Lê navenda bajêr şên e, piranîya dikanan vekirî ne, boşatîyek xilbe /qerebalixek mezin di nava sûkan de heye. Mirov dibêje qey sûk û tax du bajarên ji hev cihê ne. Nava taxan wek bajarek xiyalet, nava sûkê jî bajarek şên û wek tiştek lê neqewimîbe. Ev jî dilê mirov xweş dike, moralê dide, hîvîya jîyanê û ji nûve avakirina bajêr radixe ber çavan.
Bixwe çavê piranîya xelkê lêye ku dibistan vebin. Dema dibistan û zanko vebin, wê beşek malbatên xwedî kutabî/ telebe şûnde bên li cih û warên xwe binecih bibin. Yên din jî wê bimînin ji bo biharê.
Ji taxa me niha evqas bes e . Ji rewşa taxên din jî kêm zêde emê we xwendevanên Lotikxanê agahdar bikin.
Bimînin di xweşîyê de.
Wan
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!