TRT6ê berya sê salan, di destpêka 2009ê de dest bi weşana xwe kir. Vebûna TRT6ê gelek gengaşî di nav raya giştî ya Kurd de vekirin û ev nîqaş hê jî berdewam in.
Du nivîskarên Kurd li Swêdê Zeynelabidîn Zinar û Zinarê Xamo. Yek karkirina li ser TRT6ê wek xizmeta ziman û wêjeya Kurdî dibîne, yê din wek şerm û teslîmiyet dinirxîne.
Halê hazir gelek kesayetiyên Kurd yên li Swêdê di kanalê de kar dikin. Yek ji van Zeynelabidîn Zinar e. Ew di TRT6ê de bernameyeke wêjeyî çêdike û karê xwe yê di wir de wek awayek ”tolhildan ji sîstema înkarker ya berê” dibîne.
Lê Zinarê Xamo karkirina kesayetên Kurd yên xwedîîdealên Kurdistaneke serbixwe û azad li ser kanaleke ku nikarin navê Kurdistanê jî bilêv bikin wek ”şerm û teslîmiyet” dinirxîne.
Nivîskar Zeynelabidîn Zinar behsa serpêhatiyên xwe yên salên 1980î dike. 30 salî piştî van serpêhatiyan, Zeynelabidîn Zinar dest pê dike di kanala dewletê ya bi Kurdî di TRT6ê de dest bi çêkirina bernameyan dike.
TRT 6 berya sê salan, di destpêka 2009ê de ji aliyê hukûmeta AK Partiyê ve bi axavtina serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dest bi weşana xwe kir.
Vebûna TRT6ê gelek gengaşî di nav raya giştî ya Kurd û Tirk de vekirin û ev nîqaş hê jî berdewam in. Di demek ku gelek kesayetiyên Kurd li ser kanalê kar dikin û bernameyan çêdikin de qismek Kurd jî kanalê wek alavek ji bo tasfiyekirina tevgera Kurdî dibîne.
Yek ji van kesayetiyên Kurd ku niştecihê Swêdê ye û ev demeke di TRT6ê de kar dike nivîskar Zeynel Abidîn Zinar e.
Zeynelabidîn Zinar 59 salî ye û ev nêzîkê 30 salan e ku ew li Swêdê dijî. Bi taybetî li ser folklor û klasîkên Kurdî bi dehan kitêbên wî hatine weşandin.
Zinar di TRT6ê de bi profesor Qedrî Yildirim û Doçend Dr Abdurrahman Adak re bernameyek wêjeyî ya bi navê ”Ziman û wêje” amade dike.
Ji bilî amadekirina bernameyê ew herwiha di navenda TRT6ê de dersên Kurdî jî dide karmendên kanalê.
Lê bi dihan kanalên Kurdan hene. Gelo çima ne li ser yekê ji van lê li ser TRT6ê ku ji aliyê dewleta Tirkî ve hatiye damezirandin?
Li gor Zeynelabidîn Zinar herçend bi dehan kanalên Kurdan hene jî TRT6 ”tenha kanala bi Kurdî ye, ji ber ku ew rê dide hemû fikrên civaka Kurd”.
Zeynel Abidîn Zinar ne tenha Kurdê Swêdê ye ku bernameyan ji TRT6ê re amade dike. Firat Cewherî, Arif Zêrevan, Niştî Stêrk û Mûrad Ciwan jî bi awayekî li ser kanalê kar kirine yan jî dikin.
Nivîskarekî din yê Kurd ku li Swêdê dijî, Zinarê Xamo mîna gelek Kurdên din karkirina li ser TRT6ê xelet dibîne. Bi raya Xamo TRT6 beşek ji stratejiyek berfireh ya dewletê ye.
Zinarê Xamo balê dikişîne ser ku ji aliyekî ve dewlet ev sê sal in di kanalekê de weşanên Kurdî dike, lê ji ber ku ti garantiya destûrî nehatiye danîn hîna çalakvanên ziman û wêjeya Kurdî rastî zordariyan tên.
Zeynelabîdin Zinar rexneyên derbarê TRT6ê de rast nabîne û di wê baweriyê de ye ku projeyên mîna TRT6ê wê hukûmetê mecbûr bikin ku mafê zimanê Kurdî di destûrê de bê parastin. Bi raya Zeynelabidîn Zinar vebûna TRT6ê gelek guhertinên erênî bi xwe re anîne û ew cesaretê dide civakê.
Zinarê Xamo ne li hember hebûna kanalê ye, lê li hember meşrûkirina wê ye. Xamo karkirina di TRT6ê de wek destjêberdana doza azadiya Kurdistanê dibîne.
Xamo dibêje karkirina kesayetên Kurd yên xwedîîdealên Kurdistaneke serbixwe û azad li ser kanaleke ku nikarin navê Kurdistanê jî bilêv bikin şerm û teslîmiyet e.
Lê ji bo Zeynelabidîn Zinar karkirina di TRT6ê de awayek tolhildanê ji sîstema Tirkî ya ku Kurd înkar dikir e.
Rojava têk here Bakur û Başûr jî têk diçe. Rojhilat bê aqûbet dimîne.
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr