Berê etar dihatin li gunda hûrmûr difirotin, barê xwe bi keran digerandin. Ji wan keran hinek pir gir bûn, jê re digotin “kerê Şamê” bi rengê xwe jî boz bûn.
Niha jî li Şamê kerekî boz, qirikdirêj û gir heye, ji berê de heta niha Kurdan dide ber pehînan. Tu carî aramî nîşanî Kurdan nekir. Bavê wî jî wek wî bû, bi pehînên belgirkî îmana Kurdan qela dikir. Kerê Şamê îcar bi wê kertîya xwe ji xwe re hinek kerên rût yên Kurd girtiye. Barê xwe li wan kerên Kurd bar dike û bi wan digerîne. Kerên Kurd, ji bo ziktêrkirinekê ketine bin barê kerê Şamê ! Kula ser kula ev kerên Kurd gelê Kurd bi pehînên qantirkî şerpeze dikin !
Êê ka de were ji îmanê dernekeve! Law ma qe we ev pêşgotina bapîrên xwe jî nebihîst ? Bapîr gotîye “ Nebin kerê bin barê dijminê xwe ! “ Ker, kere nabe hespê kihêl, ji kerê Şamê tu kes xêrê nabîne. Ew kerê qirikdirêj we dixapîne. Hîç nebe ji kertîya xwe vegerin lo, ew jî bes e elawekîl.
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist