Vaye îsal jî cejna me ya netewî Newroz bi car xweşî û car nexweşî hat. Lê gelo em Kurd di derbarê pîrozkirinên Newrozên kevin yên demên Zerdûştî û Medan de çiqas agahdar in.
Ezê behsa sifre û agirê Newrozê bikim, bi qasî ku dizanim we agahdar bikim.
Agirê Newroz ê di êvara 20 ê Adarê de tê pêxistin. Li gor adetên kevnar hewceye mirov sê rojan berê pêşewazîya Newrozê bike û li mala xwe findan (mûm) pêxe. Êvara 20 ê Adarê agirê Newroz ê hilke û sefran û ember li agir bireşîne (gulav jî dibe.) Herweha pîştî qedandina agirê Newroz ê, sifra Newroz ê di malan de bê danîn (niha jî Kurdên rojhilat yê Hewremanî wê sifreyê datînin). Berî Newroz ê çend hefteyan genim di nava guldankan/ vazoyan de tê çandin.
Di roja sifra Newroz ê de hinek ji wî çîl(zîl) ê genimê kesk tê qutan û xwarinek jê tê çêkirin. Wate ya wê bereket e. Li ser sifra Newrozê hemû cûreyên fêqîyên heyî, goşt, birinc û qedehek şeraba sor (ji bo kêfxweşîyê), çend serîyên sîr,(bi wateya tenduristî ), findên pêxistî,(bi wateya ronahî), masîyên rengîn yên bi ruh di nava guldankek/vazoyek cam de li ser sifrê amade dibin (bi wateya jîyanek xweş). Mezinê malê li ser sifrê derbarê Newroz ê de gotinên xweş yên watedar ji bo malbatê dibêje. Bi hêvîya salek bextewar ji malbatê re dixwaze.
Pêre qedeha şeraba xwe vedixwe.
(Herçend di nav Kurdên sûne de piştî hatina îslam ê vexwarina şerabê rabibe jî, lê li ba yên Elewî û Zerdûştî didome ) Paşê yek bi yek Newroza hev pîroz dikin. Heta dema razanê kêfa xwe dikin.
Roja 21 Adarê diçin derva Newroza xwe bi geşt û seyran, govend û dîlanan pîroz dikin. Paşê jin, keçên xama û zaro genim dikin nava destên xwe û diçin nav zevîyan, wî genimî li ser serê xwe digêrînin û ji ser serê xwe li zevîyan direşînin.
Hêvîdarim wê Kurdên me hêdî hêdî wî avayê pîrozkirina Newrozê cih bi cih bikin, naveroka Newrozê dagirin û nirxê wê bilindtir bikin.
Bi vê wesîlê Newroza hemû Kurdistanîyan bi dil û can pîroz dikim û hêvîdarim wê Newroza îsal di nav Kurdistanîyan de bibe sedemê rojên xweşî û geşîyê.
Colemêrg
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!